Dîmenên dema ku artêşa Tirk a dagirker gaza jehrî diavêje ser gerîlayan

Artêşa Tirk a dagirker dema ku gaza jehrî diavêt ser tunelên şer ên Werxelê, gerîlayan dîmenê vê êrişê qeyd kirin.

Gerîla ji xeynî şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker, her roja berxwedanê bi kamerayan qeyd dikin.

Artêşa Tirk a dagirker di 8’ê Hezîranê de li qada Werxelê operasyoneke dagirker dabû destpêkirin û her roj gaza kîmyewî û jehrî bi kar tîne. Dema ku leşkerên Tirk gaza jehrî diavêt ser gerîlayên ku li Werxelê li ber xwe didin, gerîlayên li qada Avaşînê dîmenê vê êrişê qeyd kirin. Dûmana gaza jehrî ya ku ji nav tunelên şer derdikeve, bi awayekî zelal xuya dike.

Artêşa Tirk ji roja ku êriş biriye ser tunelên şer ên li Werxelê her roj derbên giran dixwe û nêzî du mehan e nikare xwe nêzî çeperên gerîlayan bike. Artêşa Tirk dixwaze bi şirîtan teqemenî û gaza jehrî biavêje nav tunelan. Ev êriş ji nav gelek sûcên şer ên dewleta Tirk, bi tenê beşeke biçûk in. Artêşa Tirk di nava du mehên dawîn de nêzî 100 caran gaza jehrî avêtin tunelên şer ên li Werxelê û bi sedan caran di nav tunelan de teqîn pêk anî. Ligel van tiştan jî nekarîn berxwedana gerîlayan bişkînin.

Gerîlayên ku êrişa li ser tunelan qeyd dikin diyar dikin ku tu gaz nemaye ku artêşa Tirk li van tunelan bi kar neaniye. Li cihê ku tunel hene jî, ji ber teqînan texrîbateke mezin xuya dike.