Artêşa Tirk a dagirker duh bombe li nexweşxaneya Avrîn barand. Artêşa Tirk a dagirker û medyaya dewletê îro li cihê avahiya nexweşxaneya Efrînê dîmenên avahiya çapxaneyê weşand û îdîakir ku bombeberan nekirine. Lê belê di dîmenên parvekirî de bi awayekî eşkere diyar dibe ku li avahiya nexweşxaneyê hatiye xistin.
Çavkaniyên xwecihî yên li Efrînê, dîmenên nexweşxaneyê piştî bombebaranê kişand. Di dîmenan de ziyana li avahiya nexweşxaneyê diyar dibe. Di dîmenan de jî xuya dike ku tabeleya Nexweşxaneya Avrin hatiye hilweşandin.