Dîmenên çalakiya li dijî tabura Milê Gurya…

Gerîla TV dîmenên çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li dijî tabura Milê Gurya a li naçveya Cizîr a Şirnexê lidar xistî parve kir.

Gerîla TV, dîmenên çalakiya 18’ê Adarê ya gerîlayên HPG’ê ya li dijî tabura Girê Guyra ya li navçeya Cizîr a Şirnexê lidar xistî ku têde 2 leşker hatibûn kuştin û 6 leşker jî hatibûn birîndarkirin parvekir.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî dabû: “18'ê Adarê saet 9'an hêzên me li dijî tabura Milê Gurya ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê çalakiyek kirin. Derbên xurt li avahiyên dijmin ên li nava taburê hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn.”