Dîmenê hovîtiya dewleta Tirk a li Şengalê

Dewleta Tirk a dagirker dîsa êrişî Şengalê kir. Ev êriş ji sala 2017’an û vir ve êrişa herî berfireh a hewayî bû. Gelê Şengalê wê îro êrişê protesto bike.

Dewleta Tirk di 1’ê Sibatê de di heman demê de li ser Şengal, Mexmûr û herêma Dêrikê ya Rojava êrişên hewayî kir.

Di 20’ê Çileyê de piştî ku êrişa çeteyên DAÎŞ’ê ya li hemberî Girtîgeha Sînaayê têk çû, ev êriş pêk hat. Rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kiribûn ku çeteyên DAÎŞ’ê tevî dewleta Tirk a dagirker ev êrişa li ser Hesekê plan kiribûn.

Êrişa li ser Şengalê saet di 22.00’an de dest pê kir. Ji sala 2017’an û vir ve, ev êrişa herî giran bû. Gelek balefirên şer tevlî êrişê bûn. Herêmên stratejîk ên wekî Amûd û Çilmêran ên Şengalê bi giranî hatin bomberdûmankirin.

Dîmen giraniya êrişê diyar dike. Tê dîtin ku qadeke berfireh hilweşiyaye.

Di dîmenan de alayên Iraqê yên şewitî, kevirên li derdorê belav bûne, dîwarên hilweşiyane û darên derb li wan ketine, tê dîtin.

Di 23’ê Çileyê de piştî ku Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî û Sefîrê Tirk ê li Iraqê Alî Riza Guney li Bexdayê li hev rûniştin, ev êriş pêk hat.

Li ser banga meclîsên gel, gelê Şengalê wê li benda kontrolê ya Muşterek a Xanesorê kom bibin û êrişan şermezar bikin.

Herî dawîn di 21’ê Çileyê de êrişî Şengalê hatibû kirin, yek ji fermandarên YBŞ’ê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enver Tolhildan şehîd bûbûn.