Dîmenê çalakiyeke li qada Werxelê hate weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li qada Werxelê weşand, ku di 27'ê Nîsanê de hate lidarxistin û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:

"27'ê Nîsanê danê nîvro li dijî dagirkerên li derdora Qada Berxwedanê ya Werxelê çalakî hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 3 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn."