Dîmenê çalakiyeke gerîla ya li Zapê hate weşandin

Dîmenê çalakiya gerîla ya 9'ê Kanûnê li Zapê li dijî du çeperên dagirkeran hate lidarxistin, ji aliyê Gerîla TV ve hate weşandin.

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ya li qada Cîlo ya Biçûk ê li herêma Zapê weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

9'ê Kanûnê tîmên me yên gerîla yên mobîl avêtin ser 2 kozikên dagirkeran ên li rêzeçiyayên Cîloya Biçûk. Hêzên me dema ku ketin nav kozikên dijmin, leşkerên artêşa Tirk a dagirker ku bi çalakiyên karîger ên gerîla ên li ser herêma Zapê derbên giran xwarin, kozikên xwe berdane û li eraziyê tertûbelav bûne. Hêzên me nehiştine ku dagirker hilmê bistînin, cihê komeke hêzên dagirker a li eraziyê tespîtkirine û li qada çalakiyê planeke nû ya çalakiyê danîne. Bi çarçoweya vê planê saet 11:40'î ji du baskan ve dagriker bûne hedef û gerîlayan bi ser wan de girtin. Baskê pêşî ji nêzîk bi çekên şexsî li kon dane ku dagirker tê de bûn. Li vir bi kêmanî 3 dagirker hatine cezakirin. Baskê duyem jî bi taktîka suîkastê li dagirkeran daye û 2 dagirker hatine cezakirin. Dagirkerên din qutifî ne û tertûbelav bûne. Tîmên me yên gerîla yên mobîl ên profesyonel bêyî ku ziyan were ser wan ev çalakî temam kirine. Nûçeyên medyaya şerê taybet a Tirk ku dibeje li Zapê windahiyên gerîla hene bêbingeh û derew in.

Di encama vê çalakiya serketî de ku taktîkên gerîlaya serdema nû di zik hev de hatine bikaranîn û çalakiya koordîne de herî kêm 5 dagirker hatine cezakirin."