Dîmenê çalakiya Lêlîkanê hate weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên HPG û YJA Starê ya 27'ê Nîsanê weşand ku li girê Lêlîkanê hate kirin û di encamê de 34 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê roja 27'ê Nîsanê li dijî lekşerên Tirk ên li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê ji 8 baskan ve çalakî kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser encama vê çalakiyê ev agahî dabû:

"Hêzên me 27'ê Nîsanê saet 12'an li dijî hêzên dagirker ên li Girê Lêlîkanê çalakiyeke berfireh kirin. Hêzên me ji 8 aliyan ve li çeperên dijmin dan û ji 2 milan ve girtin ser çeperan. Hêzên me xwe gihandin ser gir û gelek çeperên dijmin rûxandin. Hêzên me ji nêz ve li van çeperan dan û li vê derê 7 çeper îmha kirine, 34 leşkerên dijmin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer, obus û hawanan li herêmê dan."

Gerîla TV jî dîmenê vê çalakiyê weşand.