Dîmenê çalakiya hewayî ya li dijî Qereqola Kiryareş hate weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiya hewayî ya li dijî qereqola Kiryareş weşand, ku ji aliyê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal ve hate kirin.

Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal li dijî Qereqola Kiryareşê ji hewayê ve çalakî kir. Çalakiya ku meha Nîsanê hate lidarxistin, dîmenê wê ji aliyê Gerîla TV ve hate weşandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyê ev daxuyanî dabû:

"Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal bi çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' Nîsana 2021'ê li dijî qereqola Kîrya Reş a artêşa Tirk a dagirker ji hewayê ve çalakiyek kirin. Ev çalakî bi rengekî serketî pêk hat."