‘’Dilê wî tenê ji bo Kurdistanê dikutkutî’'

Gulê Guneş, xwîşka Halîl Guneş ê ku ev 29 sal bûn girtî bû û beriya ku were berdan bi 11 rojan ji hicreyê cenazeyê wî derketî, got, ‘’Dilê birayê min tenê ji bo Kurdistanê dikutkutî, digot, ew hemû berxwedana xwe deyndarî vê evînê ye.'

Gulê Guneş, xwîşka Halîl Guneş ê ku li girtîgehê hatî qetilkirin, diyar kir di rewşeke wiha de ku ew li bende bûn ku were berdan, agahiya şehîdbûnê ji bo wan pir giran bûye û got, ‘’Careke dî ti caran e mê jidil nekenin.’’

Halîl Guneş ku bi nexweşiya giran bû û nehatî berdan 15’ê Kanûna sala 2021’an li hiceya yek kesî ku lê dima şehîd bû. 29 salan ti caran serê xwe neteand, serê xwe li ber kesî netewand. Li gel nexweşiya giran û êşkenceyan jî tim beşişî. Guneş ku her wiha nivîskar û şair jî bû pirtûkên bi navê ‘’Aşkoaş’’ û ‘’Caney’’ jî nivîsîbû Xwîşka Guneş Gulê got, ‘’Li gel ew qas nexweşiyên xwe jî ti caran ji xeta birûmet nehat xwarê. Ez ti carî ji bîr nakim, herî dawî dema ku em bi telefonê axivîbûn behs kiribû. Dozger jê re gotiye, ‘’heke vê daxwaznameyê îmze bikî ez ê te sibe berdim’’. Lê birayê min qebûl nekiriye û got,ye, em bi qasî ku di ber de bimirin ji jiyanê hez dikin. Piştî bi 5 rojan agahiya şehîdbûnê hat.’’

Guneş got windahiya wan pir mezin, êşa wan pir gira ne û got, ‘’Ti caran em ê wiha jidil nekenin. Piştî ku em 30 salî li hêviyê man, bêyî ku bi azadî wî hembêz bikim, birayê min şehîd bû. Tekane hêviya wî ew bû ku bigihije hevalên xwe. Herî pir bi vê diêşim, ev daxwaza wî bi cih nehat û çû. Dilê birayê min tenê ji bo Kurdistanê dikutkujî, digot ew hemû berxwedana xwe deyndarî vê evînê ye. Di rewşeke wiha de ku em li hêviyê bûn bê berdan, xebata şehîdbûna wî em pir êşandin. Girtîgeh li mala me geriyaye, xeber daye diya min, em wiha hîn bûne. Diya min ji wê rojê ve ranehiştiye telefonê, ez bawer nakim ku careke dî rahêje telefonê.’’