Dikandarên Colemêrgê: Em êdî nikarin li ser piyan bisekinin

Yek ji bajarên ku krîza aboriyê bandora herî giran lê kiriye Colemêrg e. Li Colemêrgê dikandar êdî bi zehmetî kar dikin. Ji ber vê rewşê jî hikumetê berpirsyar nîşan didin.

Li Colemêrgê salên dawî bi sedan dikandarî derabeyên xwe ji neçarî daxistin, îflas kirin. Dikandarên mayî jî ji nebûna kar gilî û gazinan dikin.

Dikandar Mevlan Tekçe anî ziman ku ji ber krîza aboriyê û zemê, dikandar nikarin li ser piyan bisekinin û diyar kir, ku ti danheviyên wan nema ye, ketine bin deynan û got, "Mîna singirekî her tiştên me ji me givaştin. Rewşa min berê gelekî baş bû. Timî qezenç hebû, mirov dihatin tişt dikirîn, me karîbûn malên xwe bi hêsan bifirotina. Kêmasiyeke me tune bû. Di nava sê salên dawî de dikandarî nema. Niha em di rewşeke welê de ne ku her gavê dikarin dikana xwe bigirin. Çareyeke me nemaye. Welê li me hatiye ku nizanin çi bikin."

DIKANDAR PERÎŞAN BÛYE

Tekçe ragihand ku her roj zem li alavan dikeve û got, "Gelek dikandaran dikana xwe girtin. Yên li meqamê rûdinên, wê çawa rewşa xizanan, dikandaran fêhm bikin. Dikandar perîşan bûye. Nikarim kirêya xwe bidim. Fatûre gelekî zêde tên. Em êdî nikarin jiyana xwe dewam bikin. Bi vî rengî dewam bike, ez ê bigirim. Divê ji krîz û zeman re çareserî bê peydakirin. Em dixwazin di hilbijartinê de hinek bibin desthilatdar ku li gel û dikandaran difikirin."

HIKUMET GUH NADE DERDÊ DIKANDARAN

Mûhsîn Îhtiyatoglû ku li Colemêrgê 7 sal in dikandariyê dike, anî ziman ku sê salên dawî rewşa wan gelekî nebaş e. Îhtiyatoglû ragihand ku kirêya wî berê 400-500 lîre bû, lê niha bûye 3 hezar lîre û got, "Em nikarin siftehê jî bikin. Alavên em dikirin gelekî biha ne, lewma em nikarin bifiroşin. Ji ber ku mirov nikarin tiştekî bikirin, em nikarin tiştên nnû werbigirin. Ji ber bihabûnê jî em û muşteriyên xwe li ber hev radibin. Ji bo kirêya xwe bidim neçar dimînim ji devereke din deyn werbigirim. Ji ber ku nikarin tiştekî bifiroşin, nikarin deynê xwe jî bidin. Melkisa ku par min bi 200 lîreyî dikirî niha bûye hezar û 500 lîre. Di vê rewşê de çawa debara malbata xwe bikin, êdî em nizanin çi bikin. Hikumet guh nade derdê dikandaran."