'Dijmin çi dike bila bike, nikare pêşî li gerîla bigire'

Li dijî êrişên dewleta Tirk çalakiyên serketî yên gerîla dewam dikin. Gerîlaya YJA Starê Ciwana Cûdî û gerîlayê HPG'ê Ronî Arbaba gotin, "Dijmin çi dike bila bike, nikare pêşî li gerîla bigire."

Gerîlayên HPG û YJA Starê ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker dest bi berxwedana Cenga Heftanînê kirin, bi pêngava Cenga Xabûrê re ev berxwedan mezintir kirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2019'an û vir ve operasyoneke dijwar li ser qada Heftanînê dimeşîne. Gerîlayên HPG û YJA Starê jî bi pisporî çalakiyan dikin û bênavber derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin.

'XWEDIYÊ VÊ XAKÊ GELÊ KURD E'

Gerîlaya YJA Starê Ciwana Cudî ji destpêka operasyona dagikeriyê heta niha li qadê li dijî dagirkeriyê şer dike. Ciwana Cûdî got, "Dijmin êrişî hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Ji ber ku armanca wan bi giştî tinekirina hêzên gerîla bû. Lewma êrişên gelekî giran kirin, lê ji destpêkê heta niha gerîla bi qehremaniyek mezin li dijî dagirkeran şer dike. Dibe ku hin gir hatibin girtin lê belê çalakiyên me heta niha bênavber li ser wan dewam dikin. Bi taybetî li Heftanînê xwestin gerîlayên azadiyê bi her awayî tine bikin lê ti carî nikarin vê armanca xwe pêk bînin. Dibêjin 'me her der girtiye, nahêlin çûk jî bifre' lê çalakiyên ku di vê salê de hatin kirin nîşan dan ku gerîla bêyî ku dijmin pê bihese dikare heta biçe nava wan û li wan bixe. Bi vî awayî derbên mezin li wan dan. Dijmin hemû hêza xwe bi kar bîne û biçe ku derê jî wê gerîla her pey wan be û ti carî nehêle wisa bi rehetî li çiyayên me de bimînin. Xwediyê van dera ne ew in, xwediyê van dera gelê Kurd e. Ji ber vê hêza gerîla ti carî tine nabe.

Gerîla di rê û rêbazên çalakiyan de nerm e. Her carê bi şêwazeke cuda êriş dibin ser dagirkeran. Dijmin matmayî dimîne ji ber ku cihên ku dijmin qet nayne bîra xwe jî heval bi îdîayeke mezin planên çalakiyan dikin û diçin ser. Em ê her tim dijmin di nava şoqê de bihêlin. Bila baş zanibin çi bikin jî nikarin gerîla xilas bikin. Cîhên ku qet hêvî nakin ew ê gerîla ji wir derkeve û derbê li wan bide."

'GERÎLA DIKARE BIÇE HER DERÊ Û ÇALAKIYAN LI DIJÎ DAGIRKERAN BIKE'

Gerilayê HPG Ronî Arbaba diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû teknîk û artêşa xwe dixwaze hebûna xwe ya Heftanîn biparêze lê gerîla xwedî ruhê êrişê ye û bi ser dagirkeran de diçe û got "Demeke dirêje operasyoneke dijwar ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser Heftanînê tê meşandin. Qadeke stratejîk e, ji ber vê dijmin planên demdirêj li ser vê derê çêkiriye. Tevî ku dijmin li ser her girekî kalekol çêkiriye, hemû amûrên teknîkê bi kar tîne jî, wek gerîlayên azadiyê hebûna gerîla li Heftanînê bi saya ruhê PKK ya berxwedanê ye. Gerîla li herêmê ye û her tim wê lê bimîne. Di pêngava şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de gelek çalakiyên me yên serketî li dijî dagirkeran çêbûn. Yek ji wan jî çalakiya sabotajê ya di navbera girê Qertel û girê Sîpan de bû. Dijmin qet texmîn nedikir ku gerîla biçe wê qadê û çalakiyek wiha serketî pêk bîne. Dibêjin 'me ewqas cih girtiye, mobese û termalê me hene, lê gerîla çawa dikare heta vir were û çalakî bike'. Lê gerîla dikare biçe her derê û çalakiyan bike. Di dema xwe de li dijmin dan û me ev mesaj da dijmin 'Hûn çi bikin jî nikarin gerîla tine bikin, em çi bixwazin dikarin bikin, hûn nikarin pêşiya tevgerên gerîla bigrin'. Gerîla xwedî ruhekî serketinê ye. Her tim xwe nû dike û derbên giran li dagirkeran dide."