Dibistanên Mexmûrê ketin betlaneyê

Dibistanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ketin betlaneya navbera salê. Xwendekaran jî karnameyên xwe girtin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 5 dibistanên dayikê, 4 dibistanên seretayî, dibistaneke navîn û dibistana amadeyî karname li xwendekaran belav kirin û ketin betlaneya navbera salê.

Beriya karnameyên xwendevanên Dibistana Navîn a Şehîd Jiyan werin dayîn bi merasîmekê sîrûda neteweyî hat xwedin. Piştî xwedina sîrûdê li ser navê Rêveberiya dibistana Şehîd Jiyan ya Navîn Mamosta Mihemed Bîlen li ser girîngiya perwerdê axîvî.

Mihemed Bîlen di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Şehîd Sara de tevahî cangoriyên Azadiya Kurdistanê bibîranî û wiha got: "Xwendevanên hêja ji bo ku mirov serbikeve divê di hemû aliyan de xebat bike. Em hêvîdarin hûnê di dema du ya xwendinê de serkeftîbin. Bi exlaq û kesayetekî hîn mezintir ku bibin layîqê Rêbetî. Li ser vî bingihî em di jiyana we hemûyan de serkeftinê dixwazîn."

Piştî axaftina Bîlen belgeyên xwendevanên pileya yekemîntî girtin ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan, Dayîka Şehîd Rojbin Yeman, Zehra Yaman û Mamosta Evdî Yeman ve hatin dayîn.

Merasîm bi dirûşmeya ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.