Di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 5 kes hatin kuştin

Li gorî agahiyên destpêkê di xwepêşandanên li Merîwanê de herî kêm 2 kes hatine kuştin. Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê jî mirina yek kesî piştrast kiriye.

Di xwepêşandanên li dijî bihakirina nirxê benzînê de heta niha 5 kes hatine kuştin. Ciwanan li bajarokê Endîşê ya girêdayî Tehranê navendekî Besîc dane ber agir.

Xwepêşandanên berfireh ên ji ber sê qat bûna nirxê benzînê li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêk hat. Li bajarê Gulşehr ê girêdayî Kerecê xwepêşanderek jiyana xwe ji dest da û li bajarê Şîrazê jî kesekî din ji aliyê hêzên rejîmê we hate kuştin. Her wiha li bajarê Bêhbehanê jî xwepêşanderekî din ji ber êrîşa hêzên rejîmê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan li bajarê Merîwanê jî du hemwelatî hatine kuştin. Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê jî piştrast kir ku îro di xwepêşandanên li Merîwanê kesek hatiye kuştin. Nasnameya kesê hatî kuştin jî Osman Nadêrî ye. Duh şev jî di xwepêşandanên li bajarên Sîrcan a eyaleta Kêrmanê kesek bi navê Cewad Nezerî Fethabadî hatiye kuştin. Berpirsên herêmî kuştina wî ciwanê piştrast kiriye.

Xwepêşanderan li bajarê Bêhbehanê banka netewî, li Ferdîs a Kerecê banka netew, li Tehranparsê banka sîna, li Merîwanê banka ensar û li Sine jî banka mesken dane ber agir. Navenda besîc a bajarokê Endîşê ya girêdayî Tehranê û şaredariya Salihiye a Tehranê ji aliyê xwepêşanderan we hatiye şewitandin.

Di dîmenên nerazîbûnan ku hatine weşandin de tê xuyakirin ku hêzên hov ên rejîma Îranê êrîşî gel li bajarên Sine, Kirmaşan, Şîraz, Tebrîz û Ehwazê dikin. Ciwan û jinan jî bi awayê besiv êrîş birin ser hêzên rejîmê. Hate ragihandin ku întrneta telefonan li hindik bajarên wekî Meşhed, Kirmaşan, Ehwaz, Şîraz û Tebrîzê qut bûye û di hindek bajaran de jî leza wê pir hatiye daxistin. Saziya Perwerdeyê ya eyaleta Fars bi daxuyaniyekî ragihand ku wê sibe dibistanên bajarê Şîrazê girtî bin.