Di vî şerî de wê gerîla bi ser bikevin

Yek ji fermandara Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê Devrîm Hejar got artêşa Tirk li gel hemû derfetên artêşê jî heq ji gerîla dernakeve û di vî şerî de serkeftî wê gerîla bin.

Yek ji fermandara YJA Starê Devrîm Hejar ku di nav Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de cih digire, got, ''Bi hezaran leşker têne ser tîmekê, ev jî tirsa artêşa Tirk nîşan dide û nîşan dide ku ev kêferata wan a dawî ye.''

Berxwedana dîrokî ya gerîlayên HPG'ê û YJA Starê yên dijîdewleta Tirk didome. Di vê têkoşîna berxwedanê de hêzên YJA Starê bi berpirsyariyeke mezin tevdigerin û li eniyên pêş şer dikin, derbê li dagirkeran didin.

Ji fermandarên YJA Starê Devrîm Hejar têkilî taktîka serdema nû ya gerîla wiha got: ''Li kûderê, kengî wê derkeve holê û derbê lê bide, dijmin ti caran wê bi vê nizanibe. Gerîla bi şêwaza lêdanê dimjmin dibehitîne. Ji ber vê 5 hezar kesan dişînin ser 5 kesan. Vîneke qeyîm a gerîla heye ku naşike. Îdeolojiya Rêbertî nayê şikandin .Em jî ji vê îdeojiyê sûd werdigrin û em hêza vê xetê di şerê xwe de nîşan didin. Teknîka herî mezin aqilêm irova e û em bi vî aqilî şer dikin.''

Fermandar Hejar wiha behsa vîna mezin a gerîla ya li nav şer û bêçarebûna hêzên dagirker kir: ''Mirov dema ku dikevin şer rastiya xwe derdixin holê. Ji bo ku xaka Kurdistanê û mirovên li vir mezin mezin bûne dewletmend in, di şer de jî ev vîn derdikeve holê. Dijmin her carê tirsiyaye û wê bitirse jî. Dema êRîşên giran ên hewayî tînin ez tirsa dijmin zêdetir dibînim. Dİ van operasyonan de leşkerekî wêrek dernekete pêşberî me. Yek leşkerekê wêrek tine ku derkeve pêşberî milîtanên Rêbertî. Dijmin dibêje ew ê di du mehan de encamê bistîne lê gerîla wê diyar bike bê ka ev şer wê çi qasî bidome.

Hejar herî dawî li ser îdîaya gerîla ya di vî şerî de wiha got, ''Ya me şerekî wiha ye ku naqede. Dijmin wê têk biçe. Xeta Rêbertî li bara faşîzmê wê bi ser bikeve. Ev êrîş wê bi serfiraziya Xabûrê bi encam bibe. Operason her ku dirêj dibe tirsa dijmin zêdetir dibe. Îdîaya me jî ew e ku li ser xeta PKK û PAJK'ê em şer bikin û serfiraz bibin.''