'Di şexsê hevrê Helmet de êrîş li destketiyên gel hatiye kirin'

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê: Em, hêzên ku ev êrîşa xayin, namerd û xwînxwarî kirine û yên piştgirî dane wan bi hêrseke mezin şermezar dikin. Em soz didin ku wê xwîna hevrêyê me li erdê nemîne.

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê der barê êrîşa dijî endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet) û du hevrêyên wî de ku dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên herêmî pêk anî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê wiha ye:

"Endamê Konseya me ya Serokatiya Giştî ya KCK'ê hevrê Diyar Xerîb (Helmet) û hevrêyên me Şahîn û Devran di 5'ê Tîrmehê de li herêma Qendîlê di encama êrîşeke hewayî de ya dewleta Tirk a qirker, mêtinger û faşîst ku bi piştgiriya hêzên herêmî pêk anî şehîd bûn. Bi vî rengî gelê Kurdistanê pêşengekî xwe yê mezin, şervanekî xwe yê rastiyê, du lehengên xwe yên derya zanebûnê hembêz kir. Di serî de serê Serok Apo bila serê malbatên me yên hêja yên şehîdan, gelê Kurdistanê û tevahiya hevrêyan sax be. Em, hêzên ku ev êrîşa xayin, namerd û xwînxwarî kirine û yên piştgirî dane wan bi hêrseke mezin şermezar dikin. Em soz didin ku wê xwîna hevrêyê me li erdê nemîne.

DAGIRKERÊN KU LI PÊŞBERÎ GERÎLA TÊK DIÇIN ÊRÎŞÊN BI VÎ RENGÎ XAYINÎ DIKIN

Mêtingeriya Tirk a faşîst ji 26'ê Gulana 2019'an ve li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li herêmên Bradostê û Xakurkê bi zîhniyeta neo-osmanî êrîşên dagirkeriyê dike. Lê belê li pêşberî sekna gerîlayên me yên leheng ku ewladên leheng û wêrek ên gelê Kurd in nekarî encamê werbigire. Hêzên mêtinger ên bi derbên giran têk diçin serî li êrîşên wiha xayinî didin.

Di şexsê hevrê Helmet de êrîşa xayinî ya hatiye kirin li dijî gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ye. Ji roja destpêkê ve her ku Tevgera Azadiyê civakî dibe, her ku biratî û yekîtiya gelan xurt dike û di karê yekîtiya neteweyî de israr dike, têkoşînê geş dike û weke alternatîfeke xurt destekê ji gelê me werdigire, bi êrîşên bi vî rengî hewl didin karên me sabote bikin. Êrîş tevî aliyên xwe yên îdeolojîk û siyasî her wiha li dijî destketiyên gelên me hatiye kirin.

MAM ZEKÎ Û HEVRÊ HELMET WÊ HER TIM SEMBOLA BERXWEDANÊ BIN

Di demekê de ku dewleta Tirk a qirker-mêtinger û şebekeyên xiyanetê hewl didin dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê mayinde bikin, êrîşa li dijî hevrê Helmet ji bo wê yekê ye, ku hêrsa welatparêziya mezin a gelê me yê Başûr a li dijî dewleta Tirk were astengkirin û veneguhere berxwedaneke rêxistinbûyî û encamgir. Lê belê mêtingeriya Tirk wê nikaribe rêxistinbûyîna berxwedanê ya gelê Başûr, ku li dijî xiyanet û mêtingeriyê mezin dibe asteng bike. Hevrê Helmet doh pêşengiya pratîk-polîtîk a vê berxwedanê dikir, ji niha û pê ve wê weke moral, ruh û xeta vê berxwedanê wezîfeya xwe ya pêşengiyê pêk bîne.

Çawa ku hevrê Mam Zekî Şengalî ku li Şengalê bû hedefa êrîşeke bi heman rengî ya namerdane, lê niha pêşengiya manewî û xeta azadiyê, berxwedan, tifaq û yekîtiya gelê Şengalê dike, hevrê Helmet jî wê li dijî mêtingeriyê her tim sembola berxwedan, demokratîkbûn û yekîtiya neteweyî ya Kurd be.

Hevrê Helmet weke ciwanekî rewşenbîr ê ji Başûrê Kurdistanê ji zarokatiya xwe ve li Başûrê Kurdistanê komkujî û qirkirinên ji aliyê dîktatoriya Saddam a faşîst ve hatin kirin, Enfal û gelek komkujî dît. Bi pêşdîtin û têgihiştineke mezin berê xwe da gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, ber bi çiyê ve beziya û xwe gihand Rêber Apo. Bi têgihiştineke xurt a dîrokê, rastiya Kurdistanê, polÎtîkayên dijminên me dît û tercîha xwe ya siyasî-îdeolojîk destnîşan kir. Di pratîka xwe ya çaryeka sedsalê de tercîha xwe xurtir kir û xwe gihand asta pêşengekî rasteqîn.

Hevrê Helmet bi jiyana gelê Kurd û hemû gelan di nava azadî û demokrasiyê de piştrast bû, bi vê têgihiştinê têkoşîneke bênavber meşand. Hevrê Helmet hevrêyekî me yê pêşeng bû ku welatparêziya gelê Başûr û êşa gelê xwe bi xurtî zanîbû, ji bo doza azadî û yekîtiyê ya gelê Kurdistanê bi ser bixîne, tercîh û lêgerînên xwe yên şexsî danî aliyekî û xwe bi her awayî da têkoşînê.

BI EŞQ Û DAXWAZEKE MEZIN WEZÎFEYÊN XWE PÊK ANÎ

Ji bo yekîtiya gelê Kurd û paşeroja azad û wekhev a gel û baweriyên din çi berdêl diviyabû bêyî dudilî di her astê de pêşkêş kir û bi daxwaz û eşqeke mezin wezîfeyên xwe pêk anî. Fedakar bû, dilnizm bû û her kêliya xwe ji bo azadiya gelê Kurd derbas kir, têkoşiya û xebitî.

Hevrê Helmet bi girêdana xwe ya bêdawî ya bi azadiyê re, bi hesasiyeta xwe ya ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya gelê Kurdistanê, bi kesayetiya xwe ya zane û rewşenbîrî û bi sekna xwe ya dilnizm a di nava jiyanê de wê her tim ji hevrêyên xwe re mînak be û di dil û mejiyê gelê xwe de her hebe.

BI RÊBAZA HELMET WÊ LÎSTIKÊN QIRÊJ BÊN TÊKBIRIN

Divê dewleta Tirk a faşîst, qirker û mêtinger û hêzên herêmî yên ku destekê didin dewleta Tirk baş zanibin; şehadeta hevrêyê me Helmet wê bibe sedem ku lîstikên qirêj ên li dijî destketiyên gelê Kurd û planên li dijî Başûrê Kurdistanê bi rengê Helmet ji holê bên rakirin.

Em careke din endamê Konseya xwe ya Serokatiya Giştî hevrê Diyar Xerîb bi rêz û minet bi bîr tînin, di şexsê wî de girêdana bi şehîdên nemir û Rêberê xwe nîşan didin û destnîşan dikin ku biryardariya me ya ji bo pêkanîna neteweya demokratîk û yekîtiya hevpar a gelan ku xewn û armanca wan bû, xurtir bûye.

Ji bo xwedîderketina li bîranîna hevrê Helmet û hevrê Şahîn û Devran em bang li gelê Kurdistanê bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê dikin, dostan, jin û ciwanên Kurdistanê dikin ku yekîtiyê xurt bikin û li dijî dagirkeriya mêtinger a Tirk berxwedanê geş bikin."