‘Di sala 2022’an de jî wê alaya serfiraziyê di destê gerîlayan de be’

Gerîlayên HPG’ê Bahoz Şahîn û Şervan Gerîla diyar kirin sala 2022’an wê bibe sala serkeftinê, sala azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sala azadiya tevahiyê gelên Rojhilata Navîn.

Gerîlayê HPG’ê Bahoz Şahîn di serî de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr anî û wiha dest bi nirxandina xwe kir “Sala 2021’an di serî de di şexsê Serokatiya me de bi berxwedaniyekê mezin hat meşandin. Dijminekê ewqasî hov û har e, dibe ku dewleta Tirk rola gardiyantiyê hilgirt li ser milên xwe lê bi pêşengtiya hêzên navdewletî komploya navdewletî her ku diçe kûrtir dibe. Ji bo ku fikrên Rêber Apo ji gelên cîhanê û yên bindest bê qutkirin êrîşekê pir dijwar û pir hovane li beramberê gelê me, Rêberê me û tevgera me tê meşandin. Ev yek bingeha xwe ji fikir û siyaseta emperyalîst digire. Dîsa sedema ku PKK’ê di lîsteya terorê de dihêlin, bingeha xwe ji vê siyasetê digre. Ji lewra ya ku bi şêwazekê fermî li beramberê me şer dike dewleta Tirk e lê bi rengekê ji derveyê fermiyetê hêzên Gladîo yên NATO’yê vî şerî didin meşandin. Em êrîşên hêzên NATO û bêdengiya hêzên navnetewî şermezar dikin.”

‘HER KÊLÎYEK DÎROK BÛ’

Gerîlayê HPG’ê Şervan Gerîla di destpêka axaftina xwe de wiha got “Sala borî sala berxwedaniyê, ya fedayitiyê bû. Ev yek xwe di şexsê lehengan de da nîşan dan. Sala 2021’an salekê pir tijî û dîrokî bû. Bi berxwedaniya ku li Garê derketiyê serkeftina PKK’ê hat misogerkirin. Wê sala 2022’an jî bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Sala 2021 û 2022 ji bo me salên dîrokî ne. Îddîayê me ew e ku azadiya Serokatî bê misogerkirin. Her hevalek bi vê fikrê xwe bi rêxistin dike û xebatên xwe bi vî rengî dimeşîne. Em vê sersalê di serî de ji Rêber Apo, tevahiyê gelên Kurdistanê û ji rêhevalên xwe re pîroz dikin.’’

Gerîlayê HPG’ê Bahoz Şahîn nirxandina xwe wiha domand: “Emê gerîlayên azadiya Kurdistanê bersiva van êrîşan di şexsê fermandar Şoreş Beytuşebab de, bi pêşengtiya berxwedaniya Siyanê li Garê wekê destanekê lehengane û dîrokî hatiye dayîn. Di vê berxwedaniyê de di şikeftekê ewqasî biçûk de ku amadekariyên wê yên şer ne pir xurt bûn, li beramberî gazên kîmyewî berxwedaniyekê destane meşandin. Hevalan destanekê dîrokî meşandin. Di heman demê de êrîşên dagirkeran berfirehtir bûn. Her wiha li Avaşînê bi pêşengtiya Şehîd Serhed de û li Zendûra bi pêşengtiya hevalê Hejar û hevalê Rêber de, bi giştî di qada Metînayê de lehengên mîna Şehîd Şaho û Şehîd Hêvî bersivekê xurt dan dijmin. Dîsa li Qada Aris Faris bi pêşengtiya hevala Diyana berxwedaniyekê dîrokî hat meşandin. Gerîlayan cardin ev tişt nîşan dan ku ew hêzên fedayî yên vî gelî ne. Ji lewra ev sal bi lehengiya wan hevalan derbas bû. Ev jî hêz û moralekê mezin da me. Ya girîng ev e ku em gerîlayên azadiya Kurdistanê li ser şopa wan hevalan bimeşin. Îddîayê me jî ev e ku em vê berxwedaniya destane bigihînin serfiraziyê.”

‘DIVÊ GELÊ ME XWEDÎ LI LEHENGÊN KURDISTANÊ DERKEVIN’

Gerîlayê HPG’ê Bahoz Şahîn rewşa dewleta Tirk ya aborî û leşkerî nirxand û wiha pê de çû “Dijminê me ewqasî bê ehlaq e ku rojane di çapemeniya xwe de radigihîne ku gerîla qediyane. Di hêla din de em vê yeke jî dibînin ku gerîlayên azadiya Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li qadên Bakurê Kurdistanê roj bi roj mejiyê dijmin dihejînin. Dijmin hejiyaye û nema zaniye çi bike. Di hêla aborî û civakî de dijmin xetimiye. Dewleta Tirk di her awayî de hilweşiyayê. Weke koordînasyoneke çetewarî û malbatî lê hatiye. Bi pêşengtiya faşîzma AKP’ê û MHP’ê de gelên Tirkiyeyê û tevahiya Rojhilata Navîn ev tişt dîtin ku dîktatoriyekê mezin tê meşandin û ev tişt deşîfre bûye. Gerîlayên azadiya Kurdistanê ev êrîşên hovane pûç kirin. AKP û MHP gelek bi îddîa bûn. Çûn Azerbaycanê, çûn Lîbyayê û hewildan encam bigrin. Dîsa li Kurdistanê êrîşên cûr bi cûr pêk hatin lê hemu jî ji aliyê gerilayan ve hatiye pûçkirin. Dîsa divê gelê me, ango mirovên ji 7 heya 70 salî xwedî li zarokên welatê xwe derbikeve. Heger ku îro li ser xaka Kurdistanê zarokên vî welatî bi şêwazekê bê ehlaq, ango bi çekên kîmyewî bê qetilkirin, ew yek nîşaneya sûcên mirovahiyê ye. Li gorî vê yekê divê gelê me li meydanan xwedî li lehengên Kurdistanê, şoreşê û zarokên xwe derbikevin.”

‘WERIN ÇEPERÊN TÊKOŞÎNA MIROVAHIYÊ’

Gerîlayê HPG’ê Bahoz Şahîn bangawaziya xwe ji bo tevahî mirovên azadîxwaz wiha anî ziman “Erka me ev e ku em doza şehîdan bigihînin serkeftinê û li ser şopa lehengan bimeşin. Armanca me ev e ku em bi hêvî û dilekî mezin sala pêşiya me bi Serokatiya xwe re derbas bikin, şoreşa Kurdistanê misoger bikin û bi tevahiyê gelên herêmê re li ser esasê paradîgmayê nû û modernîteya demokratik ya li ser hîma civaka ehlaqî û polîtîk de bijîn û serkeftinê li her derê pêk bînin. Ji ber ku hişmendiya Serokatî hişmendiyekê gerdûnî ye. Bangawaziya me jî ev e ku gelên cîhanê, bindest û ciwanên xwedî lêgerîn ku pênaseya xwe di PKK’ê de dibînin destên xwe bidin destên me, tevlî cenga azadiyê bibin û li kêleka gerîlayan di çeperên şerê mirovahiyê de cîh bigrin. Têkoşîna li beramberê hêzên emperyalîst û dagirker, faşîzma ku hatiye meşandin bi vî rengî gengaz e. Divê gelê me li beramberî faşîzma ku di şexsê Erdogan de di sala 2021’an de hatiye meşandin bi vî rengî têbikoşe. Divê ciwanên Kurdistanê jî têkoşîna xwe ya li tevahiya Rojhilata Navîn, li metropolan û li derveyî welat de berfirehtir bikin. Em bi tevahiya bîr û baweriya xwe dibêjin, sala 2022’an wê bibe sala serkeftinê, sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û sala azadiya tevahiyê gelên Rojhilata Navîn.’’

‘EM Ê SOZA XWE YA JI  BO ŞEHÎDAN PÊK BÎNIN’

Gerîlayê HPG’ê Şervan Gerîla îdeayê xwe ya biserxistina xeyalên Şehîdan anî ziman û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘’Sala 2022’an wê pir dîrokî be. Divê hemû mirovên azadîxwaz xwedî li vê şoreşê derbikevin û bêdeng nemînin. Gelê me divê çi li bajaran, çi li gundan serî hilde û ji bo azadiya Serokatî ya fîzîkî têkoşîna xwe bilind bike. Heya ku em azadiya Rêberê xwe bidest nexin em nikarin bibêjin ku me zaferê bidestxistiye. Ji ber ku Serokatî nîşaneya serkeftinê û ya azadiyê ye. Ji bo sala 2022’an îdeayên me ew e ku em berxwedaniya ku li qadên Zap, Metîna û Avaşînê de tê meşandin bigihînin lûtkeyan û dijmin bişkînin. Çalakiyên me jî wê hêj xûrttir bibin. Emê soza ku me daye şehîdan pêk bînin. Xeyalê hemu Şehîdan rizgariya Kurdistanê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû û em soz didin ku wan xeyalan pêk bînin.’’