Di sala 2021’an de li Herêma Kurdistanê û Iraqê 53 hezar kesan koç kiriye

Rêxistina Lûtke ya Karûbarên Koçber û Penaberan ragihand ku li gorî sala borî îsal rêjeya koçberiya li Herêma Kurdistanê û Iraqê zêde bûye û rêjeya kesên jiyana xwe ji dest dane jî dû qatî sala borî ye.

Rêxistina Lûtke ya Karûbarên Koçber û Penaberan bi civîna çapemeniyê bîlançoya koçberiya Herêma Kurdistanê û Iraqê eşkere kir. Di bîlançoyê de wiha hate gotin: “Li gorî daneyên nefermî îsal li Herêma Kurdistanê û Iraqê 53 hezar kes koçber bûne 53 kesan jiyana xwe ji dest dane û winda bûne.”

Li gorî bîlançoyê rêjeya koçberiyê li gorî sala borî zêdekiriye. Herwiha Rêxistina Lûtke ya Karûbarên Koçber û Penaberan bîlancoya 10 salên borî eşkere kir.

Li gorî bîlançoya Rêxistina Lûtke ya Karûbarên Koçber û Penaberan:

* Di sala 2015’an de, 176 hezar û 422 kesan koçber kiriye, 25 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 winda bûne.

*Di sala 2016’an de, 16 hezar û 717 kesan koçber kiriye, 78 kesan jiyana xwe ji dest dane û 54 winda bûne.

*Di sala 2017’an de, 92 hezar û 691 kesan koçber kiriye, 29 kesan jiyana xwe ji dest dane û 67 winda bûne.

*Di sala 2018’an de, 69 hezar û 203 kesan koçber kiriye, 54 kesan jiyana xwe ji dest dane û 18 winda bûne.

*Di sala 2019’an de, 53 hezar û 240 kesan koçber kiriye, 48 kesan jiyana xwe ji dest dane û 10 winda bûne.

*Di sala 2020’an de, 34 hezar kesan koçber kiriye, 18 kesan jiyana xwe ji dest dane û 17 winda bûne.

*Di sala 2021’an de, 53 hezar kesan koçber kiriye, 36 kesan jiyana xwe ji dest dane û 17 winda bûne.

Rêxistina Lûtke ya Karûbarên Koçber û Penaberan bang li civaka navneteweyî û welatan kir ku rê nedin welatên cîhanê koçberan weke zextê bikar bînin û ji bo koçberan alîkariya mirovî were kirin.