Di sala 2021'an de herî kêm 25 karkerên Wanî mirin

Di sala 2021'an de bi kêmanî 15 karkarên ji Wanê bi qezayê mirin, di nav 18 mehan de 10 karkerên ji Wanê ji ber vîrûsa koronayê li devera ku lê dixebitîn, mirin.

Her sal gelek karkerên ji Wanê li ser kar bi qezayê dimirin.

Di sala 2020'an 20 kesên ku nifûsa wan li Wanê ye li deverên ku lê dixebitîn mirin.

9 mehên pêşî yên sala 202'an jî bi kêmanî 15 karkarên ji Wanê bi qezayê mirin. Li deverên ku lê dixebitin ji ber sedema ku tevdîrên koronayê nehatine standin di nav 18 mehan de 10 karkerên Wanê mirin.

Ozgur Ceyhan ê ku unîversîte qedandiye diyar kir ji ber ku li qada xwe kar nedîtiye mecbûr dimîne ku li înşeatan bixebite û got ji ber ku li Kurdistanê ti derfetên kar û xebatê nînin ew ji bêgavî diçin aliyê Tirkiyê dixebitin. Ceyhan got, ''Ji ber sedema ku ti derfetên kar nînin ji bêgavî em malbat û warê xwe berdidin û diçin metropolan. Jiyaneke dûrî welêt mirov hêsîr digire. Li van deran jî li cihên ku em lê dixebitin heqê keda me nadin. Di vî karê giran de mirov dikerixe lê tiştekî pir kêm didin me.  Hem heqê keda xwe em nastînin  û bi ser de ji bo ku ewlehiya kar nîne gelek mirovên me li înşeatan dikevin û dimirin .''

Kerem Elbîr ê ku bavê 5 zarokan e jî diyar dike piraniya jiyana xwe li derve li ser înşeatan derbas dibe, heta niha li Başûrê Kurdistanê, Qezakistan, Azerbaycan û Elmanyayê karkerî kiriye û got, ''Niha li Elmanyayê, dûrî welatê xwe li înşeatê dixebitim. Ev 6 meh in ji malbata xwe dûr im. Ez ê kengî vegerim ew jî ne diyar e. Jiyana me tim li xerîbiyê derbas dibe. Kî naxwaze li welatê xwe li nav malbata xwe bixebite? Lê mixabin ev nedan me. Li Wanê û navçeyên wê ne fabrîkayek, ne jî saziyên sinayî hene. Di vê rewşê de ji bo debarê bêgav dimîm ku bixebitim. Li înşetan ji bo ku tevdîrên hewce nayên standin her sal gelek kes di înşetan de dimirin. Her wiha dema pandemiyê jî li înşetan ji ber ku ne hijyenîk bûn gelek kes ji vîrûsa koronayê mirin. Îro li Wanê û navçeyên wê gelek malbat bi vê êşê ne.''