Di rûniştina Gokkan de êrişî parêzer û temaşevanan hate kirin

Di rûniştina Ayşe Gokkan a girtî de, polîsan li parêzeran dan.

Derbarê Berdevka Demkî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan bi hinceta ‘rêvebera rêxistinê ye’ û ‘endama rêxistinê ye’ doz hatibû vekirin. Rûniştina 22’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hate kirin. Gokkan, parêzerên wê û gelek saziyên jinan tevlî rûniştinê bûn.

Di dema rûniştinê de serokê dadgehê mudaxeleyî parêzeran kir û gef xwar û got “Li vir gotina min derbas dibe. Heddê xwe derbas nekin”

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û endamên desteya rêveber hatin bi dadgehê re rûnên lê serokê dadgehê diyar kir ew ê li wan guhdarî neke. Serokê dadgehê xwest polîs parêzeran bi darê zorê derxe derve. Dema ku parêzeran nerazîbûn nîşan dan, polîsan li parêzeran dan û ew ji eywanê derxistin.

Di dema rûniştinê de polîsan xwestin birayê Gokkan, Vedat Gokkan jî destgîr bikin lê kesên tevlî rûniştinê bûn nehiştin. Xwişka wê Mihrîcan Gokkan jî ji ser hişê xwe çû û ew rakirin nexweşxaneyê.

 Aloziya li dadgehê didome.