Di nobeta malbata Şenyaşar da bang li parêzeran hate kirin

Gokhan Dayik ê ku parêzerê malbata Şenyaşar e bang kir û got “Di roja 200’emîn a vê bêedaletiyê de em bang li parêzeran dikin ku bila bi cubbeyên xwe sibê werin ber dadgehê.”

Di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Sirûca Rihayê parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar kuştibû. Di vê êrişê de kurê wê Ferît Şenyaşar jî birîndar bûbû. Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar 199 roj in di Nobeta Edaletê de ne. Parêzerê malbatê Gokhan Dayik jî îro tevlî nobeta edaletê bû.

‘EM BANG LI PARÊZERAN DIKIN’

Parêzerê malbatê Gokhan Dayik diyar kir ku wê sibê têkevin roja 200’emîn a Nobeta Edaletê û got “Bi wesîleya roja 200’emîn a nobeta edaletê ya malbatê, ji bo ku em li hemberî bêedaletiyê rabin, em ê 200 parêzer li pêşiya dadgehê bang bikin. Çalakiya li hemberî bêdaletiyê ya malbatê didome. Em bang li hemû hempîşeyên xwe dikin ku ji bo nerazîbûnê nîşanî vê pergalê bêedalet bidin, bila werin vir. Divê em hemû xwedî li daxwaza edaletê derkevin. Em bang li parêzeran dikin ku bila tevî cubbeyên xwe sibê werin vir.”