Di Nobeda Edaletê de ji bo yekîtiya li dijî 'desthilatdariya faşîst' bang hate kirin

Malbatên Girtiyan ku li Amed û Wanê çalakiya Nobeda Edaletê lidar dixin, "li dijî bêedaletiya bêdawî ya desthilatdariya faşîst" banga yekîtiyê kirin.

Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê 69 roj in dewam dike. Xizmên girtiyan dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyane bêne berdan.

Ji xizmên girtiyan Nûray Abay diyar kir ku heta daxwazên wan bi cih bêne anîn wê çalakiya xwe dewam bikin.

Dayika girtî Mehmet Yildirim Hazal Yildirim jî bi bîr xist ku 69 roj in ew daxwaza edaletê dikin.

Çalakiya li Baroya Wanê jî di roja 44'an de ye. Rêxistina HDP'ê ya Artemêtanê serdana çalakgeran kir.

Hevserokê HDP'ê yê Artemêtanê Tahîre Şen kuştina li girtîgehan bi bîr xist û banga xwedîderketina li çalakiya nobeda edaletê kir.

Şen got, "Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê edaletê nas nake. Ji bo bidawîkirina vê bêedaletiyê divê Kurd bibin yek. Bi yekîtiyê ev bêedaletî bi dawî dibe. Lewma divê her kes li ber vê zîhniyeta faşîst rabe. Ji ber ku li her derê bêhiqûqî li Kurdan tê kirin."