Di navbera Zendûra û Derarê de 8 leşker hatin kuştin 12 leşker birîndar bûn

Li Metîna di navbera Qada Zendûra û Derarê de di navbera gerîlayên HPG, YJA-Starê û leşkerên Tirk de şer çêbû. Di vî şerî de 8 leşker hate kuştin, 12 leşker birîndar bûn. Leşkeran ji ber panîkê li hev reşandin û 4 leşker birîndar bûn.

Li hemberî êrîşên dagirker a ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê kiriye, berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê didome.

Li Metîna di navbera Qada Zendûra û Derarê de di navbera gerîlayên HPG, YJA-Starê û leşkerên Tirk de şer çêbû. Di vî şerî de 8 leşker hate kuştin, 12 leşker birîndar bûn.

LEŞKERÊN TIRK KETIN PANÎKÊ Û LI HEV DAN

Li gorî agahiyên hatine stendin, leşkerên Tirk ji ber panîkê gule li hev reşandine û 4 leşker birîndar bûne.