'Di nava salekê de 46 kolber hatin kuştin'

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê bi raporekê ragihand ku di sala 2021'ê de herî kêm 46 kolberên Kurd li sînorên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin.

Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê rapora xwe ya sala 2021’an ya derbarê binpêkirinên li Rojhilatê Kurdistanê de eşkere kir.

Di raporê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di sala 2021’an de herî kêm 46 kolberên Kurd li herêmên ser sînor jiyana xwe ji dest dane. Ji vê hejmarê 17 kolber ji aliyê pasdaren Îranê, 4 kolber jî ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hatine kuştin. Herwiha zarokek jî ku kolbertiyê dikir dawî li jiyana xwe aniye. 5 kolber ji ber aşutê, 3 kolber ji sermayê, 3 kolber ji çiya ketine û 3 kolber ji ber tengbuna dil jiyana xwe ji dest dane. Kolberek jî di avê de xeniqiye, 9 kolber jî di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dane.

5 kasibkarên Kurd di encama êrişa hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane, yek jî birîndar bûye.

Di nava salê de 47 koler birîndar bûne, ev kolber di encama êrişên hêzên Îran û Tirkiyeyê de birîndar bûne. 17 kolber jî ji çiya dikevin û birîndar dibin, kolberek ji ber teqîna mayînê birîndar bûye, 26 kolber jî bi bûyerên cûda birîndar bûne.

Herî kêm 30 girtî jî hatine bidarvekirin, 6 girtiyên Kurd hatine êşkencekirin, 6 welatiyên ji ber êrişan direvîn hatine kuştin, 4 kesên hatibûn binçavkirin ji ber kêmxemiyê û 14 kes jî ji ber teqînên mayînan jiyana xwe ji dest dane. Herwiha 25 kes jî birîndar bûne.

4 aktivîstên PJAK û HDK’ê li Pênciwên, Silêmanî û Hewlêrê bi destê hêzên komara Îslamî ya Îranê  hatine kuştin. Ji bo 98 aktivîst û welatiyên Kurd cezayê darvekirin û heta hetayî hatiye birîn.

Herî kêm di sala 2021’an de 32 jin hatine kuştin, ev kuştin bi sedemên cûda pêkhatine û piraniya xwe bi destê zilaman pêkhatiye.

Di sala 2021’an de herî kêm 6 penberên Kurd ku dixwestin biçin Ewropayê, jiyana xwe ji dest dane. 421 welatî ku di nav de zarok, rojnamevan û aktivîst hene bi sedemên siyasî ji aliyê saziyên ewlekariyê ve hatine destgîrkirin."