Di nava hefteyekê de 19 kolber hatin birîndarkirin û kolberek jî hat qetilkirin

Kolbernewsê li ser malpera xwe bîlançoya hefteyekê ya rewşa kolberan weşand, li gorî bîlançoyê di nava hefteyekê de 19 kolber birîndar bûne û kolberek jî hatiye qetilkirin.

Li gorî bîlançoya hefteyekê ya Kolbernews amade kirî 17 kolber li ser sînorê Bane û 2 kolber li ser sînorê Newsûdê yên Rojhilatê Kurdistanê birîndar bûne. Ji wana 2 kolber ji ber teqîna mayînê û 17 kolber jî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatine birîndar kirin.

Her wiha hatiye ragihandin ku kolberê bi navê Rehîm Mihemedî (37) ê xelkê Bane li ser heman sînorî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatiye qetilkirin.