Di nava 2 rojan de 5 kolber birîndar bûne 3 jî hatine destgîrkirin

Li cihên cuda yên li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de di nava 2 rojan de 5 kolber hatine birîndarkirin û 3 kolber hatine destgîrkirin.

Li gorî agahiyên Kolbernewsê parvekirî hatiye gotin ku pêr kolberekî ciwan ê bi navê Yasîn Seîdî (22) yê ji gundê Nave yê girêdayî nahiya Nenor a bajarê Bane ji aliyê hêzên dewletê ve li ser sînorê Bane hatiye birîndarkirin. Yasînê birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyeke bajarê Tewrêzê.

Her wiha heman rojê li ser sînorê Merîwanê jî 2 kolberên bi navê Sehîb Rastxane û Soran Êywazê ji aliyê hêzên dewletê we hatine birîndarkirin. Her 2 kolberên birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya Merîwanê. Her wiha kolberekî din ê bi navê Hisam Qadirpenah ji aliyê hêzên Îranê ve tê destgîrkirin.

Dîsa heman wextê 2 kolberên xelkê Ciwanro yên bi navê Saman Rehîmî û Adil ku paşnavê wî nehat zanîn ji aliyê hêzên dewletê ve li ser sînorê Newsûdê hatine destgîrkirin.

Hat zanîn ku li ser sînorê Mîle yê Newsûdê kolberekî ji Merîwanê yê bi navê Zana Îsmaîlî (22) di encama gulebarana hêzên dewleta Îranê ji lingê xwe ve birîndar bûye.

Doh jî li ser sînorê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberê bi navê Mihemed Kerîmî ê ji gundê Armordê ya girêdayî Bane di encama teqîna mayînekê de ji lingê xwe ve bi giranî birîndar bûye. Kerîmî yê birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya bajarê Bane.