Di nava 10 salan de hezar û 608 kolber hatin qetilkirin û birîndarkirin

Di sala 2021’an de ji aliyê hêzên Îranê ve 54 kolber hatine qetilkirin û 165 kolber jî birîndar bûne. Bi giştî di nava 10 salên borî de hezar û 608 kolber hatine qetilkirin û birîndar kirin.

Li gorî rapora Kolbernews’ê,  ji 2012’yan û heta 2021’an ango di nava 10 salan de li herêmên sînorên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve 547 kolber hatine qetilkirin û hezar û 61 kolber jî birîndar bûne.

Li gorî raporê bîlançoya herî giran a sala 2019’an e. Di sala 2019’an de 80 kolber hatine qetilkirin. Herî kêm di sala 2014’an de bûyerên kuştina kolberan çêbûye. Di vê salê de 34 kolber hatine qetilkirin.

Di sala 2021’an de 54 kolber hatine qetilkirin û 165 kolber jî birîndar bûne.