Di mehekê de 34 çalakvan li Rojhilatê Kurdistanê hatin destgîrkirin

Îttîlaata Sipahê û Wezareta Îttîlaatê ya rejîma Îranê di nava mehekê de li sê bajarên Kirmaşan, Sine û Ûrmiye 34 welatî û çalakvanên Kurd destgîr kirine.

Li gorî bîlançoya ku Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê berhevkirî û li ser tora xwe weşandî di nava mehekê de herî kêm 34 welatî û çalakvanên Kurd li bajarên Pave, Kamiyaran, Sine, Seqiz, Şino, Bokan, Serdeşt û Mihabadê yên girêdayî eyaletên Kirmaşan, Sine û Ûrmiyê ji aliyê hêzên ewlekariya rejîma Îranê hatine destgîrkirin. Di bîlançoye de cih ji hejmara kesên ku li çar eyaletên Îlam, Hemedan, Lorêstan û Xorasana Bakûr hatine destgîrkirin re nehatiye dayîn.

Ji wan 34 kesên hatinî destgîrkirin biryara girtinê ji 7 kesan re hatiye dayîn û birine girtîgehê û 27 kesên din jî ji aliyê memûrên Rêxistina Îttîlaat a Sipahê û Wezareta Îttîlaatê hatine destgîrkirin û wan birine cihê veşartî yên girêdayî her du saziyan. Her çiqasî heya niha 3 kes ji wan 34 kesan bi danîna vesîqeyê bi awayeke demkî serbest hatibin berdan jî lê piraniya yên hatinî destgîrkirin heya niha jî di navendên îttîlaatê de tên ragiritn û hê derfetê telefonê ya bi malbatê re nedane piraniya wan.

Di nava yên destgîrbûyî de 3 zarok jî hene ku navê 2 ji wan Arya Emînî û Hewram Nadêrî ye ku piştî rojek destgîriyê serbest hatine berdan, lê heya niha Parsa Rustemî di rewşa destgîriyê de ye.

Her wiha di wê mehê de biryara destgîrkirina 3 çalakvanê Kurd yên bi navê Efşîn Şêxulîslamî, Feranek Cemşîdî li Sine û Riza Remezanî jî li Şadabadê ku beriya çend mehan ji aliyê hêzên ewlekariyê hatibûn destgîrkirin dubare hate nûkirin.

Di wê mehê de biryara 74 derbên qamçiyê dane welatiyê bi navê Fuad Ênayetî ku payîza par di dema xwepêşandanên li dijî êrîşa artêşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Bakur û Bakurê Rojhilatê Suriyê hatibû destgîrkirin û bi danîna barimteyê serbest hatibû berdan, di 6’ê Tîrmehê de li Dadgeha Giştî û ya Şoreşê ya bajarê Sine kete meriyetê.