Di Kongreya Ciwanan a HDP'ê de peyama 'heta dawiyê berxwedan'

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz li Kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya li Amedê axivî û got, ''Heta ku tecrîd hebe wê li Tirkiyê krîz û kaos hebin. Ji ber vê heta dawiyê em ê li ber xwe bidin.''

Hevseroka DBP'ê Salîha Aydeniz got, ''Pêkanîna vê kongreyê jî bi serê xwe peyameke mezin e. Peyama wê ye li gel hemû zext, faşîzmê jî em ê ti caran serê xwe netewînin.''

Aydenîz polîtîkaya tecrîdê destnîşan kir û got, ''Ji Imraliyê dest pê kirin û tecrîd li her deverê berbelav kirin. Îro hewl didin ku dengê azadî û aştiyê bibirin. Ên ku bi tecrîdê dixwazin dengê Rêzdar Oclan bibirin bila li vê hêwanê binerin. Rêzdar Ocalan ji bo ciwanan û Kurdan xeta sor e. Demildest divê deriyê Imraliyê were vekirin. Polîtîkayên şer têne girankirin, sedmea vê ya sereke tecrîd e. Li cîhanê mînakên vê nînin. Dixwazin Rêzdar Ocalan teslîm bigirin. Em careke dî bibêjin; ti caran hûn ê nikaribin Rêzdar Ocalan, vîna Kurdan teslîm bigirin.''

Aydeniz bi berdewamî diyar kir helwsta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn hêvî ye, ên ku ji demokrasî, aştiyê ditirsin tecrîdê ferz dikin û got, ''Em ê jî li dijî vê heta ku Rêzdar Ocalan azad bibe têbikoşin. Ji çar aliyan ve, rewşenbîr, nivîskar, jin ji bo çareseriya vê pirsê Imraliyê destnîşan dikin. Îro li çar helên cîhanê li dijî tecrîdê, ji bo azadiya Ocalan çalakî tênek irin. Heta dawiyê em ê vê têkoşînê bidomînn. Heta ku tecrîd neyê şikandin li Tirkiyêk krîz û kaos xilas nabin, demokrasî nayê ser van xakan. Ji ber ve heta dawiyê em ê li ber xwe bidin.''