Di hembêza dagirkeriyê de

Di serê sibê de taştê li gel Çawîşoglu xwerin, çi tama wê heye gelo. Ma wê ji taştêya ku li nav xwezaya Kurdistanê were amadekirin xweştir be?. Bêguman na.

Mirovbûn nabe nesîbê her kesî. Ji ber mirovbûn hinek prensîb û pêdiviyên wê hene. Di serî de sînc (exlaq), wijdan, hest, edalet, civakîbûn û welatparêzî dibin sernavên sereke a di navnîşana mirovatiyê de. Tişta zor li cîhanê de ev e ku mirov ji van taybetmendiyan bêpar be. Ya zortir jî dema mirov bi xwe ji van taybetmendiyan dûr bikeve û di ferhenga dijmirovahiyê de bibe pêşeng. Ev jî halê gelek kesên ku xwe ji dagirkeriyê re kirine paçê sor û her roj ser wan re derbas dibin.

Bêguman ev gotin ne ji rêzê ne û ji her kesî re nayên gotin. Lê kesên ku bi erzanî hemû nirxên xwe difroşin mirovan didin fikrandin ka gelo ev gotin jî ne kêm in. Lê pêwîst dike ku mirov rastiya wan kesan jî bîne ser ziman.

HER KES DI NAV ÇEPERAN DE YE

Civaka Kurdistanê çavên xwe li ser berxwedana gerîla ya li Heftanîn û tevahî Kurdistanê ye. Her roj hêviyên serkeftinê bilind dibin. Her roj têkoşîn bi awayekî destanwarî geş dibe. Lê li aliyekî din her roj hinek kesên di eniya neyarên Kurdan de cih digirin û cihê xwe di hembêza dagirkeriyê de zext dikin. van kesan welat bi çend qirûşan ji zû de firotine, îro jî hewl didin nirxên civaka Kurdistanê di tekoşîn û berxwedanê de difroşin. Jixwe xwedî mafekî wisa jî nînin.

JI VIR Û ŞÛNDA WISA TEVBIGERIN

Yek ji rêveberên PDK Nêçîrvan Barzanî bû mêvanê koşka dagirkeriyê ya li Enqereyê. Yan jî bi awayekî rasttir ew mafê mêvaniyê ji xwe destê wan de nemaye. Çûyîna rêveberê PDK’î ji bo Tirkiyê piştî ku Enqere gazî wan kir û weke ku bêjê: ‘Ka werin. Ji vir û şûnda wisa tevbigerin’. Hevdîtin çêbû. Ango ji bo plana dagirkeriyê pêwîstî hat dîtin rola PDK ji nû ve were hişyar kirin. Ev hevdîtin piştî serdana serokê Fransayê ya ji Iraq û Başûrê Kurdistanê pêk hat kete rojevê. Weke nameyekî ji Fransa re tê dayîn ku heger hûn Iraqê bigrin aliyê xwe û li dijî me destek bikin em jî jokera xwe ya li herêmê aktîvtir bikin û li gorî planê xwe tevbigerînin. Li vir rola PDK rola robotên ku tiştên ji wan re tê gotin wê were pêkanîn e, li kêlek vê hemû makyajên xwe yên Kurdistnaî jî avêtine aliyekî.

LI DIJÎ PKK PLAN KIRINE

Di serê sibê de taştê li gel Çawîşoglu xwerin, çi tama wê heye gelo. Ma wê ji taştêya ku li nav xwezaya Kurdistanê were amadekirin xweştir be?. Bêguman na. Piştî wê, hevdîtina bi şefê faşîst ê Tirk û dîktatorê serdemê Erdogan re, ma wê aşitî ji Başûrê Kurdistanê re bîne. Ji xwe di salona hevdîtinê ala herêma Kurdistanê nehatiye dîtin. Ango ne PDK û ne herêma Kurdistanê ji bo wan ne girîng in. Nayên naskirin. Ji wê kêliyê û pê de gelo kî/ê dikare gelê Kurd bixapîne û bêje me aboriya xwe û têkiliyên xwe xurt kir. Ma bi dagirkeran re têkilî tên dayîn gelo? Jixwe tê xuyakirin ku li ser planekî hevbeş li dijî têkoşîna PKK li hev hatine. Li aliyekî PDK diçe hembêza dagirkeran. Li aliyekî din Başûrê Kurdistanê di bin bombardûmanan de ye. Gelo PDK çawa dikare vê rewşê ji raya giştî û çapemeniyê re şîrove bike?.

KÎ/Ê DIKARE LI SER XWÎNA WAN BAZARÊ BIKE

Wêneya giştî ya herêmê êdî diyar bûye. Her hêzek ji xwe re çeperek girtiye. Ya esas gelê Başûrê Kurdistanê bi xwe êdî çeperên xwe diyar kirî. Ji bo axa xwe têkoşînekî mezin dide û dev ji axa xwe bernade. Ma gelo mamoste Xalid ne qehremanekî xwedî helwest li dijî dagirkeriyê bû. Ma qehremaniya li Şêladizê ne helwesteke vî gelî bû. Ma Berxwedana Cenga Heftanîn ne ji bo parastina axa Başûrê Kurdistanê ye. Mafê kî/ê heye ku li ser ked û xwîna van qehremanan bazarê bike. Diyar e ku van peyvên pîroz di lênûsa PDK’ê de bê cih in û jê mehrûm e.

ALA RIZGARÎ DI DESTÊ GEL Û GERÎLA DE YE

Gel û gerîla li çeperên xwe têkoşîna xwe didomînin. Ala rizgariyê di destê xwediyên herêmê bi xwe de ye. Di dîrokê de çawa ku her hevkarekî di dawiyê de ceza xwe dixwe, îro jî cerdevan û hevkarên dagirkeriyê wê cezayên xwe bixwin û weke pêşiyên me dibêjin: ‘Wê xwelî li sere xwe bikin’. Armanca gel û gerîla parastina axa welat e. PDK jî bi domandina van nêzîkatiyan û bi girtina şîretên dagirkeran wê dawî li prestîja xwe û hebûna xwe bîne.