Di êrişa bi dronê de hindik mabû qetlîamek pêk bihata: 14 kes di wesayîtê de bûn

Dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Amûdê-Qamişlo de ji hewayî ve li wesayîtekê da. Di wesayîtê de 14 kes hebûn, 4 kes birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker li rojhilatê rêya Qamişlo û Amûdê li Tesîsa Bêhnvedanê ya Varojê de bi droneyan li wesayîtekê da.

Di êrişê de yek jê jin 4 kes birîndar bûn. Ajovanê mînîbusê Lezgîn Abid ê ku di êrişê de birîndar bû got “Tevî min 14 rêwî di mînîbusê de bûn. Bi carekê dengê teqînê hat û camên wesayîtê parçe bûn. Dema ku teqîn çêbû, min bi lezgînî ajot û tekerên mînîbusê teqiyan. Bi wî awayî min xwe gihand Taxa Himo ya Qamişloyê.”

Ajovan Abid diyar rêwiyên li aliyê çepê ji yên aliyê rastê bêtir birîndar bûne.