Di doza qeymeqamê provokator de ceza li malbatên Roboskiyê hate birîn

Piştî qetlîama Roboskiyê qeymeqamê wê demê Naîf Yavûz çûbû gund û provokasyon kiribû. Gelê Roboskî bertek nîşanî qaymakam dabûn û ew qewirandibûn. Di vê dozê de 170 hezar TL û 30 sal cezayê girtîgehê li malbatan hate birîn.

Li gundê Roboskiyê ya bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve balafirên şer ên Tirkiyê di 28’ê Kanûna 2011’an de êrişî welatiyên ji qaçaxiyê dihatin kiribûn û 19 jê zarok 34 şêniyên ji gund hatin qetilkirin.

Qeymeqamê Qilebanê Naîf Yavûz ê wê serdemê di 31’ê Kanûna 2011’an de çûbû gund û malbatên qurbaniyan ew qewirandinbûn û li wî dabûn. Ji ber vê lêdanê derbarê 31 xizmên qurbaniyan de bi îdiaya “hewldana kuştina bi qestî” û “birîndarkirina bi qestî” doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê derbarê 9 kesan de biryara beraetê da û li 22 kesan jî 170 hezar lîrayê Tirk  û nêzî 30 salan cezayê hepsê birî. 

Di danişînê de biryar hat dayîn ku dosyeya Farûk Encu yê derbarê wî de biryara girtinê heye ji dosyeyê were veqetandin. Abdullah Kaplan, Alî Bayram, Erşat Edîş, Fazil Yaman, Gazî Ozer, Mehmet Azîk, Mesut Paksoy, Omer Uren û Selehattîn Urun hatin beraetkirin. 

Cerdevanên ku bersûc bûn jî Tevfik Babat, Reşît Babat, Îsmaîl Babat, Şefîk Babat, Mahmut Çabuk û Huseyîn Babat jî ji dozê hatin beraetkirin.