Li Dîlokê qirkirina siyasî: Ceza li 62 kesan hate birîn

Li Dîlokê doz li 91 kesan hatibû vekirin. Di rûniştina dozê de cezayê girtîgehê li 62 kesan hate birîn.

Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê di 14’ê Tîrmeha 2020’an de lêpirsînek dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Avakirina Ji Nû Ve Sosyalîst (SYKP) jî di nav de 91 hatibûn destgîrkirin. Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê ya 2’yemîn ji îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirine” darizandin bi rê ve dibir. 27 kes ji dosyeyê girtî bûn, di danişînan de hatin berdan.
 
Danişîna 15’emîn a dozê di 12’ê Mijdara 2021’an de hatibû lidarxistin û dozger mutalaya xwe eşkere kiribû. Dozger bi hincetên cuda derbarê 90 kesî de nêzî hezar salî cezayê hepsê xwest. Dozger derbarê kesekî de jî beraet xwestibû. 
 
Duh danişîna 16’emîn a dozê hat lidarxistin. Heta dereng danişîn dewam kir û dadgehê bi şev biryara xwe eşkere kir. Parêzeran li dijî mutalayê parastinê kir. Heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi giştî 339 sal û 7 meh cezayê hepsê li 62 kesan birî. 
 
Li Mustafa Yucel (ji ber ku wefat kiriye, ji dosyeyê hatiye derxistin). Abdullah Înce, Îsmaîl Berkpinar, Mehmet Ozkan, Muslum Kiliç, Selman Tutumlu’ya, Ahmet Îlbaş, Abdullah Açar, Alî Yildiz, Abdulmutalip Kiliç, Atiye Okay, Ayfer Dogan, Azîme Bali, Bahrî Yariş, Bîrgul Yildirim, Bîrcan Demîr, Cengîz Tunç, Durrî Kaygusuz, Emîn Kavak, Fatma Dîkîcî, Fatma Lebe, Faik Dursun, Gulî Yaman, Guler Erat, Habat Gengeç, Hamza Bayindir, Halîl Kiliç, Hatîce Kuçuker, Habîbe Ocal Tişkiya, Hasan Saran, Hurşit Besle, Îbrahîm Kaya, Mehmet Karayilan, Kasim Şan, Mahmut Aycan, Mehmet Aşkar, Mehmet Çiftçî, Mehmet Şahin, Mehmet Zeki Demir, Mustafa Tunç, Munevver Yilmaz, Nafî Demîr, Nesîbe Çinar, Nuray Goktepe, Omer Faruk Koç, Remziye Erdem, Raziye Kuş, Sedîka Yaman, Sultan Bayindir, Songul Koçdag, Sevînç Selçuk, Şukru Ozalan, Tahîr Altug 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.