Di 13 salên dawî bi wesayîtên zirxî 41 kes hatine qetilkirin

Di nava 13 salên dawî de li gorî daneyên li Kurdisatan û Tirkiyeyê bi kêmanî 70 qezayên bi wesayîtên zirxî pêk hatine. Di encama van 70 qezayî de 18 jê zarok, 6 jê jin, bi giştî 41 kes mirine.

Endamê Baroya Amedê Parêzer Suleyman Şahîn, têkildarî leza wesayîtên zirxî ya di nava bajar de û girêdayî vê li welatiyên sivîl qelibîn axivî û got, “Divê derbarê van berpirsan, dozên bi zanabûn ya bûyeran bê vekirin. Ji ber ku li gorî Hiqûqa Trafîkê ya Rêyên Bejahî binpê dike.”

Li Kurdistanê ji ber qezayên bi wesayîtên zirxî yên polîs û leşkeran heta roja îro bi dehan Kurd hatine qetilkirin. Bê ku jin, zarok, kal li ber çav bigirin, car di xwe pêşandanan de, car jî li trafîkê û car jî li nava kolanan bê ku tiştek hebe mirov qetil kirine. Heta li Amedê bapîr û nevî di dîrokên cuda bi heman rêbazê hatine qetilkirin. Li bajarên Tirkiye mirov li nava bajar wesayîtên zirxî û leşkerî nabîne, lê li Kurdistanê hema serê her kolanê wesayît hatine bicihkirin. Li gorî rapora Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê (ÎHD) a navbera salên 2008-2018’an ku çavkaniya xwe dispêre hine lêkolînên herêmî, bi kêmanî 70 qezayên wesayîtên zirxî pêk hatine. Di encama 68 bûyeran de 18 jê zarok, 6 jê jin bi giştî 38 kes jiyana xwe ji dest dane. 11’ê Îlona 2019’an Efe Tentekîn (6), 23’yê Îlona 2019’an Oktay Er (22) û 27’ê Kanûna 2029’an Cîhan Can (34) di encama wesayîtên zirxî li wan qelibîne hatine qetilkirin.

Hevserokê Komîsyona Şopandina Dozan a Navenda Mafê Mirovan a Baroya Amedê Parêzer Suleyman Şahîn, têkildarî leza wesayîtên zirxî ya di nava bajar de û girêdayî vê li welatiyên sivîl qelibîn, dîsa aliyê wê yê hiqûqî nirxand.

Prz. Şahîn diyar kir ku hebûna wesayîtên zirxî ya li herderê weke hinceta ‘parastina ewlehiya cemaweriyê’ tê nîşandan, diyar kir ku taybet piştî sala 2015’an û şûnde ev rewş ji bo xwe hê rewatir dîtin. Prz. Şahîn anî ziman ku di demê dawî de tevî ku ti xwepêşandaneke cemwarî tine jî, li her qoziyê, li gel wesayîtên zirxî ku bi tîpa Akrep dîsa TOMa û wesayîtên mîna wan rawestiyane.

PÎVANÊN DERBASBÛNA RÊ BINPÊ DIKE

Prz. Şahîn diyar kir ku li gorî Qanûna Trafîka Rêyên Bejahî ji bo wesayîtên mijara gotinê di mercên rewşên awarte de destûr heye ku bikeve tirafîkê û wiha domand: “Mafê ketina rê heye, lê di şert û mercên diyar de. Di demekê de bûyerên destgîrkirin û bûyerek hebe mafê ketina rê ya wan heye, lê tevî ku ev tişt jî nînin, bi serê xwe dikevin ser rê. Her çendî li gorî qanûnê mafê ketina ser rê ya van wesayîtan hebe jî, lê ev hiqûqê binpê dike û li nava kolanên taxan jî bi lez diçin, dibin sedemê ziyanên canî û malî. Dema ku bûyerek nebe ambûlans jî li trafîkê dikare raweste, ne weke ku bûyerek hebe bikeve ser rê. Ev yek qedexe ye. Ji ber ku ti sûcek ji bo vê yekê nayê kirin, bi dilê xwe ev wesayît li ser rê diçin û tên.”

KARÊ WAN NAYÊ SÎNORDARKIRIN

Prz. Şahîn destnîşan kir ku ji ber leza van wesayîtan mirov jiyana xwe ji dest dane û wiha pê de çû: “Bi dehan mînakên vê hene. Li Amed, Cizîr û gelek bajarên Kurdistanê hene. Tiştke li ser van bûyeran nehate kirin. Welatî dimirin, lê navê dosya tê vekirin ‘Bi texsîr mirov kuştin’ dibe. Ev yek jî li beramberî 2 sal heta 6 sal ceza heye. Dadgeh jî piranî di asta herî kêm de ceza dide. Ev ceza jî li cezayê pere tê vegerandin. Mehmûrên di van bûyeran de cih digirin, ji karê wan jî nayê sînordarkirin. Divê ev kes di warê hiqûq de bi kuştina mirovan a zanabûn bê darezandin.”

DIVÊ JI KUŞTINA MIROVAN A BI ZANABÛN BÊN DAREZANDIN

Parêzer Sûleyman Şahîn wiha domand: “Ev wesayît di nava kolanên taxan re bi lez diçin û tên. Girîngî nadin jiyana mirovan, dibêjin; ‘Kî/ê derkevin pêşiya me, bimirin jî bila bimire’ bi hişemdiyeke wiha dikevin tevgerê. Ev yek jî bi kuştina mirovan a zanabûn derdikeve pêşiya mirovan. Li Cizirî li malekê qelibû û kete hundirê malê, 2 kes mirin, ma em dikarin bêjin ev îhmal û teksîr bû. Di vê bûyerê de bi temamî zanabûn pêk hatiye. Divê berpirsê vê ji kuştina mirovan a zanabûn bên darezandin.”

BÛYER NE QEZAN E

Prz. Şahîn rexne li helwestên saziyên civaka sivîl girt û got: “Li gorî min TSK jî vana wek qeza difikirin, refleksek cidî nîşan nadin. Dibe hinek qeza bin, lê divê piranî neyê xistina wê kategoriyê. Lê piranî bûyerên li ber çav hatine kirinin. Divê pêşiya van bûyeran bê girtin.”