DGH'ê bi çalakiyan pêngava KCK'ê silav kir

DGH'ê ji bo silavkirina pêngava KCK'ê li du herêmên cuda yên Amedê çalakî kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ji bo silavkirina pêngava KCK'ê, ragihand ku Yekîneyên Şehîd Jînda Sozdar di 22-23'ê Îlonê de li du herêmên cuda yên Amedê çalakî kirine.

Li ser çalakiyan ev agahî hatin dayin:

"Êvara 22'ê Îlonê li herêma Sento ya navçeya Baglar a Amedê, yekîneya me ya Şehîd Jînda Sozdar bi fîşekên hewayî û teqemeniyan rê li trafîkê girt. Di çalakiyê de herêm heta demekê di bin kontrolê de hate hiştin û piştre yekîneya me bi rengekî ewle xwe ji herêmê vekişand.

Di 23'ê Îlonê de li taxa Îskender Paşa ya navçeya Sûrê ya Amedê Yekîneya me ya Şehîd Jînda Sozdar firoşkarekî narkotîkê ceza kir. Piştî çalakiyê gelek wesayitên zirxî û polîsên taybet ber bi qadê ve hatin veguhastin. Yekîneya me bi rengekî ewle ji herêmê derket."

DGH'ê destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan û li dijî êrişên nijadperestî yên dema dawî zêde bûn wê çalakiyên xwe bi biryardarî bidomînin.