DFG: Meha Cotmehê 3 rojnamevan hatin destgîrkirin

Li gorî rapora meha Cotmehê ya DFG'ê 3 rojnamevan hatin destgîrkirin û êriş li 6 rojnamevanî bû.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a Meha Cotmehê ya li ser rojnamevanan eşkere kir.

Di raporê de hate ragihandin ku rojnamevan vê mehê jî neçar man ku di nava zext û zordariyê karê xwe bikin.

Li gorî raporê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heta 2'ê Mijdarê 62 rojnamevan girtî ne û meha Cotmehê 3 rojnamevan hatine destgîrkirin, êriş li 6 rojnamevanan hatiye kirin.

Hate ragihandin ku 8 rojnamevan di dema şopandina nûçeyê de hatine astengkirin, 8 rojnamevan jî ketine ber lêpirsînê.

Li gorî raporê doz li 4 rojnamevanan hatiye vekirin, li 3 rojnamevanan jî 2 sal û 6 meh û 12 roj cezayê girtîgehê û 16 hezar û 600 TL cezayê pereyan hatiye birîn, her wiha darizandina 58 rojnamevanan jî dewam dike.

Di raporê de hate ragihandin ku li dijî 3 rojnamevanên girtî binpêkirina mafên mirovan hatiye kirin, peydakirina 50 nûçeyan û 5 malperên înternetê hatine astengkirin.