DFG'ê rapora meha Hezîranê eşkere kir

DFG'ê ragihand ku meha Hezîranê 2 rojnamevan hatine girtin û li 3 rojnamevanan jî cezayê girtîgehê hatiye birîn. Her wiha diyar kir ku destgîrkirin, girtin û lêpirsîn jî dewam dike.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora li ser binpêkirina mafên rojnamevanan a meha Hezîranê eşkere kir.

Di raporê de hate ragihandin ku meha Hezîranê 2 rojnamevan hatine girtin û ceza li 3 rojnamevanan hatiye birîn.

Her wiha 6 rojnamevan hatine destgîrkirin, 7 rojnamevan ketine ber lêpirsînê, li 2 rojnamevanan doz hatiye vekirin û êriş li rojnamevanekî bûye.

Wekî din gef li 3 rojnamevanan hatiye xwarin û darizandina 38 rojnamevanan jî dewam dike.

Di raporê de hate ragihandin ku desthilatdarî, ji bo gel rastiyê nebîne rojnamevanên ku nûçegihaniya rast dikin asteng dike û medya xwe afirandiye.

Di raporê de hate gotin, "Bi kurtasî naxwazin ku gel ji bilî derdora AKP-MHP'ê agahiyan ji devereke din bibihîze."

Komeleyê di raporê de nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li dijî medya civakî da û diyar kir, "Bi guhertina dixwazin bikin, hewl didin dengê mûxalîf bibirin û medya civakî jî kontrol bikin."