DFG’ê atolyeya rojnamegeriya bi Kurdî da destpêkirin

Komeleya Rojnamageran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo rojnamegeriya bi Kurdî atolyeya perwerdehiyê da destpêkirin.

Komeleya Rojnamageran a Dîcle Firatê (DFG) bi piştgiriya Komeleya Ziman, Çand û Lêkolînê ya Mezopotamyayê (MED-DER) bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê ji bo rojnamegeriya bi Kurdî atolyeya perwerdehiyê da destpêkirin. Ev atolye wê hefteyekê bidome û di atolyeyê de wê perwerdehiya Kurdî û ya nivîsandina nûçeyan were dayîn.

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan diyar kir bi wesîleya 21’ê Sibatê wan biryar dane atolyeyeke wisa bidin destpêkirin û got “Astengiyên li ser Kurdî îro jî didome. Ji bo ku ziman li her derê belav bibe û Kurdî li dinyayê bigihêje asteke baş, xebatên girîng tê kirin. Em rojnamegerên Kurd jî me xwest em di nav van xebatan de cih bigirin.”

Altan derbarê atolyeyê jî got ku “Di vê atolyeyê de em ê Kurdî hîn bikin. Atolye wê her roj bidome. Ji aliyekî perwerdehiya Kurdî û ji aliyê din ve jî em ê perwerdehiya rojnamegeriya Kurdî bidin. Wê hevalên me di warê pratîkên rojnamegeriyê, avayê nivîsandina nûçeyan û qalibê wê û rojnamegeriya jinan jî di nav de di gelek waran de perwerde bibin. Di vî warî de me ji MED-DER’ê alîkarî xwest.”

Mamosteyê MED-DER’ê Mûrat Bîlgîç jî diyar kir ku rêxistinên rojnamegeriyê saziyên pêşîn ê perwerdehiya Kurdan bû û got “Rojnamegeran peywira perwerdekirina Kurdî wergirtibîn. Îro jî ji ber ku dibistanên Kurdan tune, rojnameger vê mîsyona xwe didomînin. Ez bawer im bi van dersan wê ev mîsyon baş bi cih were.”

Piştî daxuyaniyê atolyeya ku gelek rojnameger tevlê bûn, dest pê kir.