'Dewleta Tirk wê hîn bêhtir tengav bibe'

Gerîlaya YJA Starê Rûken Serhed destnîşan kir ku dewleta Tirk a ku bi mehan e bênavber êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, nikare berxwedana gerîla bişikîne û got, "Dewleta Tirk wê hîn bêhtir tengav bibe."

Gerîlaya YJA Starê Rûken Serhed êrişên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirinê û berxwedana gerîla ya li dijî van êrişan ji ANF'ê re nirxand.

Gerîlaya YJA Starê Rûken Serhed operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi bîr xist û diyar kir ku ev operasyona di 24'ê Nîsanê de dest pê kir, dewama şerê AKP'ê ye ku sala 2015'an ragihand. Rûken Serhed ragihand ku dewleta Tirk her sal bi sedan operasyonan dike, lê belê li Başûr tenê êrişên hewayî dike û got, sala 2021'ê vê carê ji bejahî ve ji bo dagirkirinê êrişî Başûr kir.

Rûken Serhed anî ziman ku armanca bingehîn ji van êrişan tunekirina gerîla ye û wiha dewam kir, "Dewleta Tirk ji dema avabûna PKK'ê û vir ve dibêje 'em ê biqedînin'. Lê belê bi salan e em li van çiyayan gerîlatiyê dikin. Hem gelê me hem jî gerîla polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk pûç kirine. Li Metîna, Zap, Werxelê û Avaşînê dewleta Tirk bi rengekî mezin têk çû. Dewleta Tirk li gel çapemeniya xwe, li gel piştgiriya ji hêzên navneteweyî werdigire, li hemberî berxwedana gerîla têk çû. Gerîla bi baweriya xwe ya bi serketinê û dilsoziya bi Rêbertî re bi derfetên xwe berxwedaneke mezin nîşan da. Têkçûna dewleta Tirk a di vî şerî de bandor li ziman, aborî, psîkolojiya civaka li Tirkiyeyê kir."

EM Ê BI PIŞTGIRIYA GELÊ XWE RÊBERÊ XWE AZAD BIKIN

Gerîla Rûken Serhed diyar kir ku armanca bingehîn a berxwedana gerîla azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û teşhîrkirina polîtîkayên şer ên Erdogan-Bahçelî ye û got, "Pêngava ku partiya me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me da destpêkirin, ji aliyê gerîla ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Gerîla niha li her derê xwe ji bo pêngavên sala nû amade dikin. Pêngavên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê heta astekê gihîştin armanca xwe. Ev pêngav wê hîn bêhtir bêne berfirehkirin. Tevî şert û mercên sivistanê gerîla bi rengekî hîn profesyonel bersivê dide teknîka dewleta Tirk.

Taktîkên gerîla, teknîkên dewleta Tirk ên di vî şerî de pûç kir. Dewleta Tirk têk çû, lê belê wê hîn mezin têk biçe. Ev têkçûn wê wan hîn bêhtir tengav bike. Asta ku aborî hatiye, tengaviya civakê eşkere ye. Dewleta Tirk, koalîsyona AKP-MHP'ê dema bê ji bo xwe ji vê tengaviyê rizgar bikin wê serî li rêyên cuda bidin. Weke gerîla jî em xwe hîn bi xurtî amade dikin. Ji aiyê profesyonel ve, ji aliyê leşkerî, naskirina dijmin û şerê li gorî wê ve, ji aliyê dilsoziya bi Rêbertî ve em bêhtir xwe kûr dikin. Baweriya me ya bi serketinê mezin e. Bi piştgiriya gelê xwe em ê azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin."