Dewleta Tirk vê carê jî li dora Gola Wanê dîwar lê kir
Qeyûmê AKP'ê, ku peravên Gola Wanê weke qada çopê û gemarê bi kar tîne, niha jî dîwarê nêzî 400 metre dirêj û 3 metre bilind lê kir. Hawirdorparêz û siyasetmedaran nerazîbûn nîşanî vê yekê dan.
Qeyûmê AKP'ê, ku peravên Gola Wanê weke qada çopê û gemarê bi kar tîne, niha jî dîwarê nêzî 400 metre dirêj û 3 metre bilind lê kir. Hawirdorparêz û siyasetmedaran nerazîbûn nîşanî vê yekê dan.
Qeyûmê AKP’ê li navçeya Artemêtan a Wanê di navbera gel û Gola Wanê de diwar lê kir û nêzî 60 metre ji gola Wanê tijî xîz û ax kir. Sala 2014’an li ser daxwaza 11. Midûriyeta Rê, rayedarên AKP'ê ji bo hevkarên xwe û lojmanên polîsan xwest pirekê li serê duavê, Gola Wanê çê bike û diwarekî di nava Artemêtan û Gola Wanê de lê bike. Li ser vê daxwazê Şaredariya DBP’ê destûr neda û daxwaza lêkirina dîwar û pirê red kir. Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Artemêtanê hate kirin, ev projeya AKP’ê li Artemêtanê kete dewrê. Ji bo pirê nêzî 60 metre xiz û ax tijî golê kirin, 400 metre dirêjî û 3 metre jî bilindî dîwar di nava gelê Wanê û Gola Wanê de lê kirin. Serokê Çev-Derê Alî Kalçik, Parlametnerê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan û Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Wanê Mûrat Melet nerazîbûn nîşanî lêkirina dîwar dan û diyar kirin, ku armanca sereke wêrankirina xwezaya Kurdistanê ye.
'DÎWARÊ ŞERMÊ Û WEHŞETÊ'
Serokê Çev-Derê Alî Kalçik diyar kir ku dîwarê di nava gel û golê de tê lêkirin wehşet e û wiha axivî: "Lêkirina dîwar ji derveyî rantê ti xizmeta wê nîne. Em hawirdorparêz ti carî dest ji vê mijarê bernedin. Gelê herêmê tenê bi golê bêhna xwe dide û dixwaze bi vî dîwarê şermê pêşî li vê bigirin. Li serê duavê ti pêdivî bi pirekî wiha nîne. Li cihê pêdivî heye tiştekê nakin û xwezaya Wanê qetil dikin. Biçin pira xwe li cihê pêwîst û li navendê lê bikin. Ev dîwarê tê lêkirin dîwarê şermê û wehşetê ye. Ev hemleyek qedandina Gola Wanê ye."
'GOL ZIWA BIBE'
Kalçik da zanîn ku li ser golê ne tenê dîwarê şermê tê lêkirin û wiha pê de çû: "Gola Wanê goleke gelek girîng e. Wan bi golê tê naskirin û cihekî taybet di dilê şêniyên Wanê de digre. Gola Wanê rûmet û nirxê mirovahiyê ye. Ev gol a hemû cureyên zindiyan ne û ne ya bavê ti kesî ye. Bi qasî 450 metre dora Gola Wanê hatiye dorpêçkirin û dagirkirin. Bi vê dorpêçê ti zindî nikarin ji golê sûd werbigire. Li çar aliyê Wanê gemarî û qirêjiyê kom dikin û davêjin nava golê. Bi lêkirina dîwar re nêzî 60 metre gol tijî xîz û ax hatiye kirin. Ava qirêj li ser golê kom dikin û ev jî dibe sedema mirina masiyên dîrokî yên Wanê. Eger wiha bidome wê ji ber bendav, HES û qirêjiyên davêjin golê, gol hêdî hêdî ziwa bibe. Di serî de bang li gelê Wanê û tevahiya hawirdorparêzan dikim ku xwedî li rûmeta Wanê, Gola Wanê derkevin."
'DIXWAZIN JIYANÊ LI KURDAN TENG BIKIN'
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan jî nerazaîbûn nîşanî lêkirin dîwar da û wiha axivî: "Armanca sereke ya qeyûmê AKP’ê tinekirina xweza û çanda Kurdewariye. Qeyûmên AKP’ê dixwaze pêşî li pêşketina Wanê bigire û bê navber xwezaya bi heybet a Wanê wêran dike. Dagirkerên Kurdistanê çawa dixwazin Kurdan ji aliyê aboriyê ve qels bikin û wan neçarî xwe bikin, bi vî awayî dixwazin jiyana Kurdan ya civakî jî teng bikin. Têkiliya gel û golê ji hev qut dikin. Wan bajarekî qedîm ê Kurdistanê ye û cihekî tûrîstîk e. Di 15 salên desthilatdariya AKP’ê de herdem xwezaya Kurdistanê dibin gefan de ye û yek ji van jî Gola Wanê ye. Qeyûmên AKP’ê li Kurdistanê şervanên şerê derûnîne. Xweza derûniya civakê xweş dike û sedama bêhn girtina civakê ye. Ji ber vê yekê jî destpêkê êrîşî xwezaya Kurdistanê û cihê jiyana Kurdan dikin. Niha jî qeyûmê AKP’ê li navçeya Artemêtanê dest bi lêkirina dîwar kiriye, hemû sergo û qirêjiyên ji bajar kom dikin û di avêjin Gola Wanê. Yekemîn, dixwazin mîrateyê dîrokî yê Kurd û Kurdistanê ji holê rake. Beriya niha jî li dijî wêran kirin xwezaya Wanê min pirs name da Meclîsê. Em ê pêşiya wêrankirinê bernedin û ez bang li gel dikim ku xwedî li xwezaya xwe derkeve."
'MAFÊN CIVAK Û XWAZAYÊ TÊN BINPÊKIRIN'
Serokê Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê Murat Melet da xuyakirin ku tijî kirina golê, lêkirina dîwar a di nava golê û gelê Wanê de binpêkirina mafên mirov û xwezayê ye. Melet diyar kir ku divê di serî de armanca şaredariyê xizmeta gel be û wiha got: "Divê şaredarî xizmeta gel bike û pêdiviyên civakê bi çi hebe dest bi wê xebatê bike. Qeyûm tayînî Şaredariyên Wanê hatin kirin û karê wan yê yekemîn bû wêrankirina xwazaya Wanê. Qeyûm bi hewldanên xwe nîşan kirin ku ti armanca wan a xizmetê nîne. Cihekî weke Gola Wanê û navçeya Artemêtanê ji bo serdana turîstan pêşketiye û her roj qeyûm gav bi gav dixwaze wê navçê xira bike. Li ser golê bend çêkirine û têkiliyê civakî yê herêmê qut kirin. Armanca sereke wêrankirina xwezaya herêmê ye û li herêmê sînoran xet dike. Bi van bend û sînoran têkiliya gel û golê ji hev vediqetine. Bi van hewldana naxwazin ti kes biçin li golê avjeniyê, seyran û geştê nekin. Ev jî binpêkirina mafên mirovan û xwezayê ye. Cihekî civakî li Wanê jî gol e û li vê qadê têkiliyê civakê bi hevre pêş dikeve. Ev hişmendî hişmendiya navîn a Asya ye. Li Asyayî jî Sedê Çînê hate lêkirin û armanca yekemîn jî pêşî girtina têkiliyên civakî bûn. Qeyûmên AKP’ê jî li derdora golê dîwar lêkirine û bi heman hişmendiyê têkiyê gel qut dike. Gola Wanê her roj di aliyê paqijiyê de wêran dibe û her ku diçe gemarî lê zêde dibe. Li dewsa şaredarî golê paqij bigre qirêj dike û qirêjiya bajar tev li golê vala dike."
BAJAR Û GOLA WANÊ
Bajarê qedîm Wan ji Urartuyan heya roja me ya îro ji dehan şaristaniyan re mazûvanî kiriye. Di her bihostek xaka Wanê de jî şopên vê dîroka qedîm xwe didin der. Ji dêran bigirin heya mizgeftan, ji piran bigirin heya kelehan, ji eqdên avê bigirin heya perestgehên di şikeftan de, kêlî bi kêlî mirov di nava çirkên hezaran salan de diçe û tê. Dîsa Gola Wanê xwedî cihekî taybet e, ev gola ku navê xwe jî dide bajarê Wanê gola sodayî ya herî mezin ya Kurdistan û cîhanê ye. Çar aliyên wê bi çiyayan hatiye dorpêçkirin. Di nava golê de 4 girav hene. Navê van giravan: Girava Axtamara, Girava Adirê, Girava Çarpanaxê û Girava Çûkan e. Gola Wanê di demên dîrokê de bi navên wek Behra Bilind, Behra Narî, Behra Jorîn û Deryaçe (Derya Biçûk) hildigire. Ava golê pir şor û sodayî ye. Rêjeya şorbûna wê, ji hezarî 210 e. Ango şeş qatînê ava behreke normal e. Tê gotin ku ava şor û sodayî ya gola Wanê ji bo nexweşiyên çermî baş e.
HER DEMSAL RENGÊN CUDA
Gol her demsal û her saet, rojhilat û rojavayê rengekî cuda digire. Qeraxên wê hêşîn in û plajên xwezayî li derdora golê hene. Li Gola Wanê temaşekirina rojavayê tiştekî jênager e. Bi van hemû taybetmediyên xwe Gola Wanê hêjayî dîtinê ye. Bilindahiya Gola Wanê ji behrê, 1720 m ye. Firehiya wê jî 3765 km2 ye. Ango bi qasî 3/1’ê Behra Marmarayê ye. Lêkolînvanan ev gol di nav koma golên bi klor, sulfat û karbonat de bicih kirine. Her wiha di golê de brom, sodyum klorur, magnezyum jî hene. Ji ber sodyum karbonatê bi taybetî demên berê, her wiha anha jî bê sebûn kef dide û bêyî madeyên paqijiyê ji her tişt di nav de tê şûştin û paqijkirin. Gol, ji ber teqîna Çiyayê Nemrûdê pêk hatiye û Gola Set e. Sînorên wê berê heta Deşta Mûşê bûn. Lê piştî çend heyaman, teşeyê îroyîn girtiye. Gol her demsal û her saet, rojhilat û rojavayê de rengekî cuda yê bêhempa digire.