Dewleta Tirk sê rojan li çar bajarên Kurdan 'herêma qedexe' ragihand

Dewleta Tirk di nava sê rojên dawî li çar bajarên Bakurê Kurdistanê bi sedan herêm bi navê 'herêma ewlekariya taybet' qedexe kir. Qedexe herî dawî li Sêrtê hate ragihandin.

Walîtiya Sêrtê herêmên Herekol, Çirav û Kalemîs ên li navçeyên Berwarî, Dihê û Hawêlê yên Sêrtê heta 31'ê Kanûna 2022'an qedexe kir.

Sê meh beriya biryara qedexeyê ya li Sêrtê di 10'ê Cotmeha 2021'ê de Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû îdîa kiribû ku "40 sal in yekemcar" li Sêrtê "PKK'î nîne." Herêmên ku Soylû îdîa kiribû PKK'î lê nîne, qedexe hate ragihandin.

Di nava rojê de li Bedlîsê 308 herêm ji bo salekê hatin qedexekirin. 4'ê Çileyê li Şirnexê 14 herêm ji bo salekê hatin qedexkeirin. 3'ê Çileyê jî li Colemêrgê 11 herêm ji bo 14 rojan hatibû qedexekirin.