Dewleta Tirk revand, PDK’ê destgîr kir û aqûbeta wan nayê zanîn

Dewleta Tirk a dagirker li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê du ciwan revandibû û piştî hefteyekê ew berdabû. Piştre jî PDK’ê ev her du ciwan destgîr kir û tu agahî ji van ciwanan nayê stendin.

Dewleta Tirk a dagirker di 30’ê Kanûna 2021’an de li gundê Dayla ya Sidêkana herêma Bradostê ya Hewlêrê du ciwan revandibû.

Dewleta Tirk ciwanên bi navê Ekrem Xelîl Zikrî û Nebî Mistefa biribû Tirkiyeyê û piştî şeş rojan teslîmî PDK’ê kir.

Piştî bûyerê bavê ciwanekî Xelîl Zikrî ji Rojnewsrê re axivîbû û gotibû “Dewleta Tirk a dagirker piştî lêpirsînê di 5’ê Çileyê de li Deriyê Sînor ê Xelîl Brahîm her du ciwan berdaye.”

Li gorî nûçeyeke Rojnewsê malbat dema diçin zarokên xwe werbigirin jî hêzên PDK’ê her du ciwanan destgîr dike û teslîmî ewlekariya Mergesorê dike. Ev hefteyek e agahî ji ciwanan nayê stendin. Malbat dixwazin zarokên wan werin berdan û lê rayedar bêdeng in.