Dewleta Tirk qadek ji milyonek donimî li Başûrê Kurdistanê wêran kir

Saziya Parastina Hawirdorê ya Herêma Kurdistanê ya Federe ragihand ku dewleta Tirk a dagirker xisar li qadeke ji milyonek donimî kiriye.

Serokê Desteya Parastina Hawirdorê Ebdulrehman Sidîq li Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Ebdulrehman Sidîq diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bûn sedem gelek jîngeh ên li Kurdistanê wêran bibin.

Ebdulrehman Sidîq got, "Ji bo şer divê êriş li ser jîngehan neyê kirin. Ji ber bombardûmana artêşa Tirk xisar li qadeke ji milyonek donimî ya Kurdistanê bû."

Dewleta Tirk bi mehan e êrişên giran dibe ser herêmê. Di van êrişan de ku êriş yekser li jîngehên sivîlan dibin, gelek gund bi zext û zordariyê hatin valakirin. Di dema êrişên dagirkeriyê de li dijî gerîla jî çekên kîmyewî hatin bikaranîn.