Dewleta Tirk piştî ku ew revand niha jî dixwaze ceza li wan were birîn

Dewleta Tirk li Mêrdînê Îbrahîm û Faîze Dînler revandibû û piştre şîddet li wan kiribû. Niha jî dixwazin ceza li wan were birîn.

Dema ku dewleta Tirk a dagirker di 22’ê Cotmehê de li herêma Omeriyan a Mêrdînê operasyonek dabû destpêkirin, Îbrahîm Dînler (73) û Faîze Dînler revandibû (72). Piştî bertekan dewleta Tirk li xwe mikur hatibû ku ew revandine.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrdînê di dawiya meha Cotmehê de çûbû serdana Îbrahîm û Faîze Dînler ên di nezaretê de. Saziyê diyar kiribû êşkence li Îbrahîm û Faîze hatiye kirin.

Di roja 9’an a destgîrkirinê de Îbrahîm û Faîze Dînler sewqî dozgeriyê hate kirin. Dozgeriyê bi sûcdariya 'Endamên rêxistinê ne’ Îbrahîm û Faîze Dînler sewqî Hakimtiya Cezayê ya Sulhê kir û xwest werin girtin.

Tê payîn ku wê çend saet şûnde Îbrahîm û Faîze Dînler derkevin pêşberî dadgeriyê.