‘Dewleta Tirk ne bi armanceke tenê êrîşê tîne’

Hevserokê Meclîsa Kobanê Mustafa Îto got dewleta Tirk ji bo ku modêla Bakur-Rojhilatê Sûriyê tasfiye bike, bi çavtirsandinê qadên dagirkirî berfireh bike û ji bo ku civaka Tirk a din av krîzê de manîpule bike, êrîşê tîne.

Hevserokê Meclîsa Kobanê Musta Îto pirsî, ‘’Evdo ê çar salî ku di bombebarana dawî de paqa wî çûyî û ji bo ku bijî li ber xwe dide, gef li çi ewlehiya dewleta Tirk xwar’’ û got, ‘’Bi qasî dewleta Tirk ji êrîşan, Rûsya, Koalîsyona Navnetewî û DYE ya ku pêşengiya Koalîsyonê dike jî berpirs in. Bi bêdengiya xwe hêzê didin dewleta Tirk.’’

Derheqê sedema êrîşên dewleta Tirk, Îto got, ‘’Dewleta Tirk çavnberiyê li pergala demokratîk dike. Projeya neteweya demokratîk ya ku wê li Bakur-Rojhilatê Sûriyê geş bibe wê sûdê bide gelên Sûriyê û gelên Tirkiyê jî. Ji ber vê jî naxwaze. Ji ber vê berê DAÎŞ’ê da Kobanê. Ji bo DAÎŞ’ê Kobanê ne dahateke mezin a aborî, ne cografyayeke berfireh û ne jî cihekî stratejik bû. Li Kobanê tenê civakeke rêxistinî hebû ku bi projeya neteweya deomkratîk bawer bû û Şoreşa 19’ê Tîrmehê dabû destpêkirin. Ji ber vê jî Kobanê kirin hedef û niha jî di hedefê de ye.’’

Îto bi berdewamî got, ‘’Evdo yê çar salî ku di bombebarana dawî de paqa wî çûyî û niha ji bo jiyanê têdikoşe çi talokeya xwe ya li ser dewleta Tirk hebû, gef li çiyê ewlehiya dewleta Tirk xwar? Ji Kobanê heta bi Eyn Îsal li hemû deverên ku bombe dikin yek cihê leşkerî tine. Saetên êrîşê jî bi zanebûn diyar dikin, saet 12:00’an êrîşê tînin. Dema ku zarok ji dibistanan têne mal. Dixwazin civakê çavtirsanî bikin. Ji êrîşê bi qasî dewleta Tirk, Koalîsyona Navneyewî û DYE ya ku pêşengiya Koalîsyonê dike jî berpirs e. Bi bêdengiya xwe hêzê de didin dewleta Tirk.

Ji her deverên Sûriyê mirov hatine qadên Bakur-Rojhilatê Sûriyê. 11 hezar penaber hatine. Dewleta Tirk bi van êrîşan her wiha desteka xwe ya li DAÎŞ’ê didomîne, dixwaze DAÎŞ’ê xurt bike.

Desthilat Tirk dixwaze krîza siyasî, civakî û aborî ya navxwe derxîne derve. Dixwaze civaka Tirkiyê bi pirsa ‘ewlehiyê’, ‘manûnemanê’’ biawiqîne.’’

Îto bi berdewamî diyar kir li gel zor û zehmetiyan jî gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê wê xaka xwe bernede, ji sala 2012’an ve li gel tengijîna aborî, ambargoyê jî gel xaka xwe bernedaye, niha jî wê bernede, hêzên navnetewî, hêzên demokratîk û dewletên ku niha li Sûriyê ne divê bi berpirsyarî rabin û got heta pêşî li barabariya dewleta Tirk neyê girtin pirsên li Sûriyê bi dehan salan çareser nabin, heta ku dewleta Tirk êrîşên xwe bîne li Sûriyê aramî nabe, yekîtiya siyasî nabe û got, ‘’Li pişt êrîşên li Ewropayê jî dewleta Tirk heye. Ji ber vê em bang li her kesî dikin ku pêşî li êrîşên dewleta Tirk bigirin, ku ev êrîş ti normên gerdûnî û mirovî nasnakin.’’