Dewleta Tirk li Efrînê di nava 2 hefteyan de 25 kes revandin

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, dewleta Tirk a dagirker ji destpêka salê û vir ve li kantona Efrînê herî kêm 25 kes revandin û derdora 900 darên zeytûnê birî.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo bîlançoya sûcên dewleta Tirk ên ji destpêka salê û vir ve eşkere kir.

Îbrahîm Şêxo got, di destpêka sala 2022’yan de dagirkeriya Tirk û çeteyên wê 25 welatiyên gund û navçeyên Efrînê ya dagirkirî revandine. Şêxo têkildarî birîna daran got çeteyên dewleta Tirk nêzî 900 darên zeytûnan birîne.

Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 cihên dîrokî yên li gundên kantona Efrînê wêran kirin û dizîn û da zanîn ku dewleta Tirk di bin navê komîteyên cuda de raya giştî dixapîne da ku sûcên li dijî welatiyên Efrînê veşêre.

Şêxo got, çeteyên Sultan Silêman Şah (El-Emşat) bi fermana rasterast a îstixbarata Tirk sûcan pêk tîne.

Îbrahîm Şêxo di dawiyê de got, dewleta Tirk guhertina demografiyê li Efrîna dagirkirî didomîne û civaka navneteweyî jî van sûcan paşguh dike.