Dewleta Tirk li Cizîrê xaniyê dawî yê mayî hildiweşîne

Li Cizîrê ku di dema qedexeya derketina derve de dewleta Tirk xaniyên welatiyan hilweşand û li jêrzemînan bi dehan mirov şewitand, niha jî dixwaze xaniyê dawî yê di navbera avahiyên TOKÎ de maye hilweşîne.

Nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ya li ser mijarê wiha ye:

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê beriya du salan qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û wextê qedexeyê bi dehan kes di jêrzemînên malan de asê mabûn, hatibûn şewitandin û kuştin. Piştî qedexe bi dawî bû li ser jêrzemînên ku tê texmînkirin hê jî cenaze lê hene, dest bi çêkirina avahiyên TOKÎ'iyê hat kirin. Di nav meha dawî de ji bilî malekê hemû malên li cihên TOKÎ'yan dimînin hatin hilweşandin. 
 
Li cihê TOKÎ avahiyeke 3 qatî maye û tê xwestin wê jî hilweşînin. 
 
Polîsên ku 4 roj berê hatin cihê TOKÎ heya roja Duşemê ji bo valakirina malê wext dan niştecihên malê. Xwediyê avahiyê malbata Elçîoglû ku ev 2 sal in li ber xwe didin, li hemberî vê rewşê nerazîbûn nîşan dan. 
 
Xezal Elçîoglû destnîşan kir ku wan piştî qedexeyê mesref li mala xwe kiriye û heya niha daxwaznanmeyên ji aliyê komên girêdayî Wezareta Hawirdor û Bajêr hatine dayîn jî îmze nekirine. Elçîoglû da zanîn ku gelek caran polîs û xwediyên firmaya TOKÎ'yan ji bo ku ew ji malê derkevin hatine cem wan û wiha axivî: "Lê em derneketin. Gelek malbatên îmze avêtin daxwaznameyan niha poşman in. Her ku çû li vir hêjmara me kêmtir bû. Herî dawîn 3 malbat mabûn. 2 malbatan jî ew roj bi zorê ji malên wan derxistin."
 
Elçîoglû got ku gefa "Heke hûn daxwaznmeyan îmze nekin dê mal û erdê we jî ji destên we biçe" li wan hatiye xwarin û wiha berdewam kir: "2 roj berê jî polîs hatin malê. Xwestin em ji malê derkevin. Heya dûşemê wext dan me. Ji bo ku nifûsa me gelek e kes mala xwe nade me. Em nikarin malên kirêkirî bibînin. Ma em ê biçin ku derê?"