Dewleta Tirk kolberên ku kuştiye û destgîr kiriye teslîmî Îranê kir

Dewleta Tirk bi helîkopterê êrişî kolberan kiribû û 2 kolber kuştibû. Dewleta Tirk cenazeyê her du kolberan şand Îranê û 9 kolberên ku destgîr kiribû jî teslîmî leşkerên Îranê kir

Dewleta Tirk di navbera mezraya Deraw a gundê Aşkan a Elbaka Wanê, gundê Bilindbasan a Gevera Colemêrgê û gundê Kuranî ya Ûrmiyeyê de bi helîkopteran êrişî kolberan kiribû. Di vê êrişê de 2 kolber hatibûn kuştin. Malbatan cenazeyê zarokên xwe wergirtin. Malbata kolberên bi navê Sozdar Ehmedî (19) û Elîşan Ehmedî (16) vê sibehê hatin Saziya Tipa Edlî ya Colemêrgê û piştî otopsiyê cenazeyê zarokên xwe wergirtin.

Li Deriyê Sînor ê Bajêrgê parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, rêveber û rêxistina HDP’ê ya Geverê û bi sedan di merasîma cenaze de amade bûn. Cenazeyên ku şandin Ûrmiyeyê wê li gundê Kuranî were veşartin.

‘CENAZE DI DORSEYÊ DE ANÎN’

Hate diyarkirin ku di 20’ê Îlonê de di dorseya wesayîtê de cenaze anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Çavkaniyê got “Em li nexweşxaneyê li benda cenazeyê xizmên xwe yên kolber bûn. Bi şev saet di 23.00’an de wesayîteke ku di dorseya wê de cixareyên qaçax hate ber nexweşxaneyê. Leşkeran gotin ‘Ji vir biçin’ û em ji wir dûr xistin. Piştre em hîn bûn ku di dorseya wê wesayîtê de cenaze anîne nexweşxaneyê.”

Mikaîl Hatemî, Ferzad Hatemî, Diyar Hatemî, Ahîn Hatêmî, Guldanî Hatemî, Zêro Hatemî, Kinyas Hatemî, Axacan Hatemî û Behzat Hatemî yên ku li ser sînor hatibûn destgîrkirin jî teslîmî Îranê hate kirin. Malbatan diyar kirin ku êşkence li zarokên wan hatiye kirin.