‘Dewleta Tirk her Kurdekî mîna gerîla dibîne, ji ber vê divê her Kurdek weke gerîla rabe!’

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCKê Cîhan Eren, derbarê şer û berxwedana gerîla bal kişand ser erkên gel û got, “Dewleta Tirk gelê Kurd kiriye hedefa xwe. Ji bo wî her Kurd mîna gerîlayekî ye. Lewma divê her Kurdek wek gerîlayek rabe.”

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCKê Cîhan Eren pêvajoya dawî ya li herêmê û li Kurdistanê di bernameyek taybet ya Radyo Dengê Welat de nirxand.

Cîhan Eren, bal kişand ser taktîk û çalakiyên ku gerîla di şerê niha de pêş dixe û pê de çû, “Gerîla niha di şer de her hebûna xwe bi pêş xistina taktîkan û çalakiyan serketiye. Ji xwe gerîla her serketiye. Di gerîla de esas berdewamiya şer e. HPG û YJA STAR ji 2020’an şûn ve xwe gihande vê qonaxê. Çi dibe bila bibe şert û merc çi bibe bila bibe wê gerîla her hebe. Gotina wan e, di şer de kî hebe kî mabe ew serketiye. Niha gerîla hebûna xwe dide misoger kirin. Ji ber vê serketiye.”

Cîhan Eren, li hember berxwedaniya dîrokî ya gerîla erk û berpirsyariyên gel diyar kir û ev nirxandin kir: “Dewleta Tirk li hember gelê me şer dike. Dewleta Tirk gelê Kurd kiriye hedefa xwe. Ji bo wî her Kurd wekegerîlayekî ye. Ji ber vê divê her Kurdek wek gerîlayek rabe.”

Cîhan Eren, di bernameyê de ev nirxandin kirin:

Piştî ku agahiyên Emerîka ji Efxanîstanê vekişiya şûnde Talîban serweriya xwe li hemû Efxanîstanê îlan kir. Piştre jî êrîşên DAÎŞ’ê çêbû. Pêvajoya tehliyekirinê didome. Carekî de hemû cîhan bala xwe da Efxanîstanê. Heke hûn hemû pêvajoyê binirxînin, çi diqewime?, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di domdariyek çawa de ye?

 Em di pêvajoyekî germ û giran ya Şerê Cîhanê yê Sêyemînde derbas dibin. Aniha bi pêşveçûna ve girêdayî rewşa Efxanîstanê ketiye rojevê. 20 sal zêdetire dagirkeriya Emerîka di bin navê NATO de li Efxanîstanê dimeşiya. Beriya wî jî dagirkeriya Rûsya hebû li Efxanîstanê. Beriya wî jî Îngîlîz hebûn. Civaka Efxanîstanê wekî civaka Kurd nêzî sed sale di nav şer û pevçûnê de ye li dijî dagirkeriyê.

Bi paşve kişandina hêzê NATO û Emerîka şûn de rewşeke nû bêguman li Efxanîstanê rû daye. Her kes dixwaze  fêm bike ku Talîban çawa di nava çend hefteyan de Efxanîstan kir bin kontrola xwe. 2014’an şûnde Emerîka hêzê ji Efxanîstanê kişandinê kiribû rojeva xwe. Tê zanîn jî Trump bi Talîban re li hev kiribû ku hêzên Emerîka bê kişandin. Rêveberiya nû ya Emerîka jî li gor peymanên rabirdû hêzên xwe ji Efxanîstanê kişandin. Di vir de tiştekî neyînî nayê xuya kirin. Lê bernameyê paşve kişandinê çawa hatibû çêkirin? Dema hevdîtinên Emerîka û Talîban de çi peyman hat çêkirin? Di vir de guman hene.

Wekî ku Serokê Emerîka dibêje, bendewarî û hêviya ku ji artêşa Efxanîstana ku perwerde kiribû vana li beramberî Talîban berxwe bidin, Talîban mecbûr bimîne ku Hikûmeta Ganî ku Emerîka avakiribû, di nava dan û standinê de wana bide qebûl kirin û di dewleta Efxanîstanê Talîban jî wekî hêzekî cî bigire yan jî peyman di nav Emerîka û Talîban de çêbibû; Emerîka hêzê xwe dema ji Efxanîstanê kişand, alîkariya pêwîst ya teknîkî, îstîxbaratî neda artêşa Efxanîstanê, artêşa Efxanîstanê belav bû, rê vekirin ku yekcar Talîban Efxanîstanê bike bin kontrola xwe. Çi dibe bila bibe rewşa aniha derketiye, di demekî kurt de Talîban Efxanîstanê kiriye bin kontrola xwe. Dewlet têk çû, rayedaran hemû welat terk kirin, reviyan çûn û Hikûmet bi saziyên xwe bi hemû derfetên xwe kete destê Talîban.

Ev rewşeke nû ye. Û ev bi xwe re wê pêşveçûnên nû jî bide avakirin. Nîqaş tên kirin her kes dibêje, em Talîban çêbikin? Pê re dan û standin bikin, nekin? Fermiyeta Talîban qebûl bikin, nekin? Wiha xuya dike ku her kes ji bo Talîban nas bike, Efxanîstan ji dorpêçê rizgar bike, zexteke li ser Talîban çêdike ku Talîban bînin ser xeta xwe. Di vê mijarê de du xet hene. Xeteke Emerîka serpereştiya wî dike û NATO, dixwazin Talîban hîn bêhtir nêzê xwe bikin. Xeta din jî Rûsya, Çîn û Îran e. Ew jî Talîban dixwazin nêzîkê xwe bikin.

Emerîka dixwaze di her alî de bandoriya xwe li ser Talîban zêde bike. Dixwaze Efxanîstan bike navendên rêxistinên cîhadîst û selefî. Di derdora Efxanîstanê de welatên wek Ozbekîstan, Tacîkîstan wan deran de tevgerên cîhadîst xurt bikin. Li wan deran alozî derxin. Hem Çîn asteng bibe, hem jî ji Rûsya re pirsgirêk derbixe. Ji xwe tê zanîn Rûsya li wan deran di nav wan dewletan de xwedî bandorekî mezine. Li gor Emerîka heke cîhadîst li Efxanîstanê bi bandor bin wê li ser Îranê jî dikare zext çêbike. Heke li Efxanîstanê cîhadîst bandor bin, di nav civaka Îran wek Bellûc, Erep û beşek Kurd ku selefî-sunnî bandor bibin û li dijî rejîma Îran tekoşîneke bidin meşandin.

Ev siyaset li Efxanîstanê xwe bigire, wê carekî din Efxanîstan wê bibe navenda şer. Bi piştgiriya Emerîka û NATO, li Asya Navîn şerekî û aloziyeke nû derbikeve. Emerîka çawa ku Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîka jî tê de bi destê DAÎŞ, Îhwan, Cephet El Nûsta û rêxistinên cîhadîst dewletan xira kirin, şer kirin nav civakê, aloziyên pir mezin derxistin, gelek komkujî pêkhat aniha jî di Navîna Asya de bûyer wê bi vî rengî rû bidin. Mûhtemelen planek bi vî rengî hene. Ji ber vê pir bi lez Rûsya, Çîn û Îran bi Talîban re dan û standin pêş xistin. Di vê çarçoveyê de ew jî dixwazin Talîban bikşînin ser xeta xwe. Talîban nas bikin, piştgiriyên aborî û hwd. Bikin ku Talîban jî Efxanîstan nekin navendên rêxistinên cîhadîst ku ji bo wan wê xeterî ava bike.

Bi van ve girêdayî, Efxanîstan di navbera Rûsya-Çîn-Îran û Emerîka û NATO de bûye wek qada pevçûn, tekoşîn, dîplomasîbûye qada ku kî bêhtir xwe li wir mezin bike û bike bin bandoriya xwe.

Em dikarin bêjin ku di nav hêzên serdest ê heremê û hêzên hegemonîk ê navneteweyî de têkilî û li hev kirinên nû çêdibin? Bi vê çarçoveyê roleke çawa dane dewleta Tirk?

Li siyaseta Tirkiye ya Efxanîstanê binêre, planên Emerîka çêbûn? Siyaseta Emerîka û NATO çêbû? Û di kîjan astî de ev encam girtiye, mirov dikare bibîne. Çunkî dema ku Emerîka xwe kişand, mîsyona xwe wê teslîmê Tirkiye bikira. Emerîka dema ku xwest Hikûmeta Ganî û Talîban li hev bîne, Talîban bibe beşekî Hikûmeta Ganî di Hikûmetê de cîh bigire lê ji bo Hikûmeta Ganî bikaribe xwe li beramberî Talîban bigire jê re alîkarî lazim dikir, ew alîkarî wiha xuyaye ku Emerîka wê destê Tirkiyê bida Hikûmeta Ganî.

Ji ber vê jî dixwestin Tirkiyê li balafirgeha Kabîlê bimînin. Jixwe eşkere jî digotin wê artêşa Tirkiye, Hikûmetê biparêze. Wekî hêzeke NATO li wir bimîne. Talîban ev dît û ji Tirkan re got, hûn hêzê NATO ne, di çarçoveya hatina NATO de hatin û lazim e hûn jî vekişin, biçin. Piştre wek dewletek me nasbikin, li ser vî esasî em rûnin. Peyman di navbera me de çêbin, hûnê di wê çarçoveyê de dikarin werin. 
Tirkiye li gor pilanan bi piştgirî dayîna Emerîka wê li Efxanîstanê bimaya. Lê dema ku Talîban hamle kir û Kabîl jî kir bin kontrola xwe, Hikûmeta Ganî rûxiya, cihê ku Tirk bi navê NATO biparêze nema. Tirkiye bi mayîna xwe ya li Efxanîstanê dixwest xwe bi Emerîka bida efûkirin. Tirkiye dixwest li hember Emerîka dem qezenç bike. Li hember Rûsya û Îran cepheyek bidest bixe. Lê ev derfet û planên Tirkan hemû têkçûn.

Nîqaşên dawî ew e ku Tirkiye û Qatar bi hevdû re li wir bimînin. Tirkiye aniha mecbûrê Qatarê ye ku bi riya wan li Efxanîstanê bimînin. Rejîma faşîst-qirker ya Tirk, li Efxanîstanê wenda kiriye. Ji ber ku ji xwe re pir girîng dibîne, hewl dide ku li wir bimîne. Destpêk plan ewe bû ku Tirk li wir Hikûmeta Ganî biparêze, dema ev îhtimal ji holê rabû îcar jî gotin em ê balafirgeha Kabîlê biparêzin û bidin kar kirin. Ev jî Talîban qebûl nekir. Got artêşa bigire û biçe. Talîban şîrketên Tirkan jî di balafirgeha Kabîlê de naxwaze ji ber vê bi riya Katarê li wir in aniha.

Êrişên dewleta Tirk ya tasfiye kirina Tevgera Azadiyê, dagirkirina Kurdistan û tune kirina gelê Kurd di kîjan merhelê de ye? Bi taybetiya Kurdistanê gelên heremê bi dagirkerî û êrişekî çawa re rû bi rû ye?

Dagirkeriya Tirk, li hember gelê Kurd di şerê qirkirinê û tunekirinê daye destpêkirin. Taybet 7 salên dawiyê li Bakur-Rojhilatê Sûriye-Rojava, Başûr û ji xwe Bakurê Kurdistanê her şerê qirkirinê dimeşîne. Tunebûna gelê Kurd, hebûna xwe dibîne. Ji bo vî jî hemû derfetên xwe di vê çarçoveyê de bikar tîne. Dixwaze gelê Kurd tunebike. Şerê dewleta Tirk li beramberî gelê Kurd e. Di serî de mala Barzanî û hinek xayînên bi wan ve girêdayî ku xwe di nav ENKS’ê de xwe bi rêxistin kirine û hinek ajanên wan ên ku li Bakurê Kurdistanê têne naskirin, xwe wekî Kurd didin diyar kirin, vana bi israr dixwazin gelê me rastî nebînin. Tirkiye li hember PKKê şer dike ye.

Divê em baş bizanibin ku ji dema Osmaniyan heta roja me ya îro rastiyek dewleta Tirk heye. Kesê ku dibêjin şerê Tirkiye li beramberî PKK’ê ye qebûl dikin ku şerê Osmanî ne li hember gelê Kurd bû, li beramberî mala Bedîrxaniyan bû. Yan jî şerê Osmanî ne li hemberî gelê Kurd, li hember Mîrê Rewandizê bû. Yan jî Babanzadeyan, Seyît Riza… Mirov dikare bêje ku Saddam ne dijberî Kurdan, li dijî KDP û YNK’ê bû. Divê em baş bizanibin dewleta Tirk ne tenê dijminê PKK an Kurdek dîtir dijminê hemû Kurdane.

Em nabijên werin li hemberî dewleta Tirk li gel gerîla cîh bigirin, em dibêjin êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk meşrû nekin.Jê re nebin alîkar, destekên psîkolojî. Nebin sedem ku gerîla cepheyek din vebike. Rizgarkirina faşîzma AKP-MHP.’ê ne karê Kurdan e, ne karê KDP’ê ye. Ev meselek rûmet, wîcdan û exlaqê ye. Êrîşkariya dagirkeriya Tirk li Kurdistan hîn zêdetir bûye lê li gor ku ew dixwazin pêk nayê. Ji ber vê dixwazin hîn bêhtir nakokî di nav Kurdan de kûrtir bike. Ji bo vê jî êrîşên xwe yên Başûr û Rojhilat-Bakurê Suriye-Rojava zêdetir kiriye. Tirkiye aniha ji ber rewşa Efxanîstanê bi Îmarat, Katar wan re kar dike ji ber vê wê bixwaze li Rojhilat-Bakurê Suriye di nav Ereban de jî nakokî berbixe. Divê li hember vî jî amadebûyîn hebe.

Tirkiye çiqas di hundirê xwe de dikeve nav kaosekî, têkçûna wî çiqas eşkere dibe, ber vî rûxandinê ve gav bi gav diçe, ewqas êrîşê wî li ser Kurdan zêde dibe. Êrîşên wî jî ne tenê bi rengekî çekdarî, li ser gerîla, welatparêz, xebatkaran operasyon derdixe. Di heman demê de dixwaze nakokî di nav Kurdan de kûr bike. Dixwaze şerê bi Kurd bi Kurd derbixe û Kurdan bi hevdû bide qetilkirin. Tirkiye wekî dewlete NATO dixwaze xwe ji nav şer derbixe û dewletê ku ji derve şer aş dike nîşan bide, dixwaze ev derfet bidest bixe. Divê em derfetek bi vî rengî nede faşîst-qirker ya dewleta Tirk. Dewleta Tirk dijminê zarokê Kurdan, zimanê Kurdî ye.

Li hember êrişên dagirkeriya dewleta Tirk têkoşîn û berxwedaniya gerîla bi bilindbûnê tê domdar kirin. NPG’ê bîlançoya şer a 4 mehan aşkere kir. Li ser vî esasî li hember topyekun êrîşkariya faşîst bi pêşengtiya gerîla ku berxwedanî tê meşandin, di kîjan astî de ye?

Ji 23’yê Nîsanê û vir ve li qadên Başûrê Kurdistanê Heftanîn heta Zagrosan, Xakurkê êrîşkariya dagirkeriya Tirk heye. Li wir şerekî giran diqewime. Di vî derbarî de rojane NPG ya HPG’ê , ji bo raya giştî agahdar bike, daxuyanî belav dike.

Tirk, rojên ewil şûnve bêdeng bûne. Tu behsa şerê ku li Heftanîn, Metîna, Zagrosan dimeşe nake. Sedemên vê hene. Sedemên wê jî ji xwe Wezîrê Şer Hûlûsî Akar îtîraf kiribû. Got tişta me plan dikir derneket. Ev çî ye? Ev amadekariyên gerîla hebûn. Taktîkên gerîla hene. Gerîla bi stratejiya moderniteya demokratîk şer dike. Cîhê ku dijmin dixwaze gav biavêje gerîla lê dixe. Ji ber vê gotin tiştê ku me plan dikir nebûn. Mirov di demê dawî de qeydên ku kamera gerîla qeyd dike temaşe bike, leşkerên Tirk nêzî 100 kes miriye. Lê dewleta Tirk wendahiyên xwe 7-8 dide. Gotinê Tirkan û kamera gerîla bîne gel hev rastiya ev şer çî ye wê derbikeve holê. 
Gerîla di nav xwe de nîqaşên gelekî berfireh çêkir. Ev pêvajo jî wek “Ji Nûve Avakirin” hat binavkirin. Gavên hatin avêtin, perwerdeyê ku hatin dîtin. Hemû di vê çarçoveyê de pêşket. Ji 2018’an şûnde di gerîlayê me de nûbûnek çêbû. Ev nûbûn ku me di 2020 an de li Heftanînê dît, ewbi xwe gavekî bû. Dîsa sekna ku me di pêşengtiya Heval Şoreş de dît, îro li Qadên Parastina Medya de di xwe astekî nûtir daye çêkirin. Gerîla êdî teknîka dest artêşa Tirk û şerê ku li ser îstixbarat û teknîkê dimeşîne nas kiriye, li beramberî wî jî tarz û taktîkê gerîla pêş dixe. 
Pisporên şer û şerê taybet di demên dawî de bi geşedanên Efxanîstanê ev nirxandin dikin: Dibêjin Talîban serketiye. Ev jî dibêje ku bi salane şerekî dimeşe, di encama şer de Emerîka çû, Talîban maye. Dibêjin li kuderê di kîjan şerî de kî mabe ew serketiye. Gerîla niha di şer de her hebûna xwe bi pêş xistina taktîkan û çalakiyan serketiye. Jixwe gerîla her serketiye. Di gerîla de esas berdewamiya şer e. HPG û YJA STAR ji 2020’an şûnve xwe gîhişt ev qonaxê. Çi dibe bila bibe şert û merc çi bibe bila bibe wê gerîla her hebe. Gotina wan e, gerîla hebûna xwe dide misoger kirin. Ji ber vê serketiye.

Qehremaniya ku tê jiyîn ivê gelê me bizanibe. Gerîla tarzekî nû pêş xistiye. Wekî pêwîst di çapemenî de nayê belav kirin. Lê divê gelê me bawer bibe. Qehremaniya ku di dîroka me de wek Memê Alan, Rustemê Zal, Ferhadan aniha li çiyayê Kurdistanê ev nûjen tê jiyîn. Mazlum, Kemal, Hayriyan, Egîd û Zîlanan gelê me qehremaniya wan dizane îro gerîla wek Egîd û Zîlan qehremanî dike. Ev rastiyekî ku her roj li hember ewqas teknîk û dijminê Tirk xwe îspat dike ye. 
Li hember vî şerê ku ev berxwedaniya ku gerîla dike erkên ku divê gelê me bîne cîh jî heye. Divê gelê me destpêk ji propagandaya şerê taybet bandor nebe. Dijminê xwe baş nasbike. Ev dijmin dixwaze Kurdan tune bike. Divê gelê kesê ku di nav civakê de ji wan re ajantî dike tespît bike û wan îmha bike. Divê gencên me îstixbaratçiyên wan îmha bikin. Ev şer ne tenê şerê gerîla û artêşê ye. Dewleta Tirk li hember gelê me şer dike. Dewleta Tirk gelê Kurd kiriye hedefa xwe. Ji bo wî her Kurd weke gerîlayekî ye. Ji ber vê divê her Kurdek wek gerîlayek rabe.”