Dewleta Tirk gundê Kêste ya Zaxo bombe kir

Dewleta Tirk a dagirker gundê Kêste ya girêdayî Zaxo di saetên şevê de bombe kir. Têkildarî ziyanên canî û madî ti agahiyek nehate girtin.

Artêşa Tirk a dagirker gundê Kêste ya navçeya Zaxo ya Dihokê bombe kir

Li gorî agahiyên hatin girtin, dewleta Tirk a dagirker di saetên şevê de gundê Kêste da ber bomeyan. Êrîşa ku bi qasî saetekê dom kr, herî kêm 15 top hate avêtin.

Li ser ziyanên can û madî ti agahiyek nehate girtin.