Dewleta Tirk gundê Bankê topbaran kir: Jinek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker gundê Bankê yê girêdayî bajarokê Batîfa yê Zaxo topbaran kir û di encama topbaranê de jinek birîndar bû.
Dewleta Tirk a dagirker gundê Bankê yê girêdayî bajarokê Batîfa yê Zaxo topbaran kir û di encama topbaranê de jinek birîndar bû.
Dewleta Tirk a dagirker bi topan êrîşê gundê Bankê ya bajaroka Batîfa ya ser bi Zaxoyê kir. Li gorî agahiyên ji herêmê topek li nava malan ketiye û di encamê de jinek temen 42 salî birîndar bû. Her wiha ziyan bi xanî û zeviyên welatiyan ket.
Hêjayî bibîrxistinê ye du roj in artêşa Tirk a dagirker deverên cûda yên girêdayî Zaxo topbaran dike û liv û tevgera hewayî li herêmê heye.